Dîcle Aksu ya OHD’yî: Divê pêvajo rast û lez bimeşe

  • 09:06 18 Nîsan 2026
  • Rojane
RIHA - Parêzer Dîcle Aksu da zanîn ku ji ber dewlet gavê navêje bi gel re bêbawerî çêdibe û wiha got: “Ev pêvajo ji reformên klasîk wêdetir wek demek derbasbûnê dikare bê pênasekirin. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyeyê divê gava ewlehiyê bê avêtin.”
 
Li dijî pirsgirêka Kurd 50 sal in li her derê Kurdistanê şerê taybet û şerê germ hat meşandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de gelek caran ji bo agirbest û avakirina zemîna aştiyê gav avêt. Lê her carê bersiv nehat dayîn û encamên wê girantir bûn. Tevî vê gel dest ji daxwaza aştiyê berneda. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir û ji wê rojê de jî  hem Abdullah Ocalan hem rêxistinê gelek gav avêtin. Li meclîsê komîsyonek hat avakirin û sererastkirinên qanûnî yên ku divê piştî cejnê biketa jiyanê hîna nehatine kirin. Tevî salek û nîvek ji ser pêvajoyê de derbas bûye hîna dewletê gav navêtine.
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Dîcle Aksu der barê sererastkirinên mijara gotinê de axivî.
 
‘Neavêtina gavan bêbawerî jî zêde kir’
 
Parêzer Dîcle Aksu da zanîn ku piştî berdana çekan, ji ber pêknehatina pêvajoya hiqûqî bi civakê re bêbaweriyek mezin afiriye û got: “Ji ber derengxistina pêvajoyê bi gel re bawerî winda bû. Piştî cejnê dihat payîn ku sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Sozek wisa hat dayîn. Lê hîna tiştek nehatiye kirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet tiştên dibêje nayne cih. Ji ber vê jî baweriya gel pê namîne.”
 
‘Pêvajo bi reforman sînor nîne’
 
Dîcle Aksu daxuyakirin ku pêvajo tenê bi reforman sînor nîne û wiha pê de çû: “Hewce bi veguhertineke hiqûqî ya berfireh heye. Em vê pêvajoyê ji reformeke klasîk wêdetir dikarin wek dema derbasbûna edaletê binav bikin. Divê mexdûriyet bên destgirtin, piştre der barê mafê azadiya fikr û raman, rêxistinbûn û siyastê de sererastkirin bên kirin. Divê der barê sererastkirinan de mekanîzmayeke kontrolê bê avakirin.”
 
 
Dîcle Aksu wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev qanûn ne wek sererastkirinek ewlehiyê, wek sererastkirinên ku peymana civakî pênase dike dikare bê nirxandin. Divê yên tevli pêvajoya çekberdanê bûne, girtiyên siyasî û piştre civaka Kurd bê destgirtin. Rîska herî mezin a pêşketina pêvajoyê, windabûna piştgiriya civakî ye. Ji ber vê rîska herî mezin qelsbûna baweriya civakê ye. Di vê pêvajoyê de piştgiriya me ya herî mezin civak e. Ger civak vê piştgiriyê bikşîne wê pêşketin jî zehmet be. Pêvajo bi lez bimeşe wê ji nûve bawerî bê qezenckirin.”