ROJEVA "19'Ê NÎSANA 2026'AN

  • 09:00 19 Nîsan 2026
  • Rojev
* Sekretera Perwerde û Hîndekariya Bilind a Giştî ya Egîtîm Senê Evrîm Gulez der barê êrîşa li hember dibistana li Mereşê axivî û got: “Hewce bike bila ev dibistan bibe muzeya tundiyê. Bila wek cihekî ku hişmendiya li dijî tundiyê tê avakirin, bê bikaranîn. Em naxwazin wek hawireke perwerdehiyê bê bikaranîn.” DÎMEN HEYE
 
* Seroka Komeleya Jinan a Star Şafak Erkmen Ozanli  geşedana di dosya Gulistan Doku de ku 6 sal şûnde hat jiyîn nirxand û diyar kir ku di dosyayê de kiryar bi salan hatine parastin û got her ku bêcezahiştin bidome wê jin bên qetilkirin û tundî lê bên kirin.  BI DÎMEN 
 
* Li ARSÎSA ku atolyeyên Kurdî pêk tîne 400 hezar TL cezayê pere hat birîn. Rêveberên komeleyê diyar kirin ku ev pêkanîn li dijî rihê pêvajoyê ye û wiha gotin: “Zimanê me rumeta me ye, hebûna me ye. Em ê xebatên xwe hîn bêtir xurt bikin.” BI DÎMEN