ARSÎSA dê li dijî cezayan têkoşîna xwe bidomîne
- 09:04 19 Nîsan 2026
- Rojane
WAN - Li ARSÎSA ku atolyeyên Kurdî pêk tîne 400 hezar TL cezayê pere hat birîn. Rêveberên komeleyê diyar kirin ku ev pêkanîn li dijî rihê pêvajoyê ye û wiha gotin: “Zimanê me rumeta me ye, hebûna me ye. Em ê xebatên xwe hîn bêtir xurt bikin.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome û yek ji gavên herî sereke ya pêvajoyê statuya ji bo Kurdiye lê hîna jî dewletê di vê mijarê de gavek navêtiye. Li şûna ku bi Kurdî re lihevhatin hebe berovajî vê êrîşan didomînin. Mînaka vê ya dawî 400 hezar TL cezayê li Komeleya Lêkolîna ziman Çand û Hunerê ARSÎSA ya li Erdîş a Wanê hatiye birînê bû. Hinceta birîna cezayê pere "Bêyî destura wezareta perwerdehiyê faliyetên perwerdê meşandin" hat nîşandan.
Rêveberên komeleyê diyar kirin ku wê xebatên xwe bidomînin.
Bila ceza şûnde bikşînin
Rêvebera ARÎSA Kezîban Çelebî daxuyakirin ku ew cezayê li wan hatiye birîn qebûl nakin û wiha got: “400 hezar û 50 lîra ceza hat birîn. Em vê qebûl nakin û şermezar dikin. Li Erdîşê 200 hezar kes dijîn û ev ceza heman demê de li van mirovan hatiye birîn. Di sedsala 21’ê de ku der barê zimanan de evqas lêkolîn tên kirin de, li Kurdî ev ceza birîn nayê qebûlkirin. Em xebatên atolyeyan dimeşînin, em çanda xwe Kurdî fêr dibin. Lê îdia kirin ku em wek dersxaneyan ji vir qezencê dikin û ceza birîn. Em ê xebatên xwe bidomînin. Em tiştekî îlegal nakin. Em cezayê hatiye birîn qebûl nakin. Em dixwazin ku demildest ev şûnde bê kişandin. Em ê atolyeyên xwe bidomînin. Heman demê de divê her malek bibe dibistanek. Gel me tenê nahêle. Em spas dikin.”
‘Em şûnde gavê navêjin’
Hevseroka ARSÎSA Merve Keleş jî daxuyakirin ku atolyeyên pêk tînin qanûniye û wiha pê de çû: “Li dijî cezayan em ê xebatên xwe bidomînin. Me tiştekî şaş nekir. Zimanê me hebûna me ye, xeta me ya sor e. Ev cezayekî li her kesê li navçeyê hatiye birînê ye. Bi vî cezayî hewl didin saziyên me qirêj bikin. Lê nikarin biserkevin. Em şûnde gavê navêjin. Em ji bo zimanê xwe bi rehetî biaxivin em ê têkoşîna xw bidomînin.”







