Modela 'welatiyên maqbûl' bingeha zêdebûna tundiyê ye
- 09:04 22 Nîsan 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Civaknas û felsefevan Çîgdem Şîmşek der barê êrîşên li hember dibistanên li Sêwereg û Mereşê de axivî û da zanîn ku sedemên bingehîn yên vê tundiyê modela "welatiyên meqbûl" e.
Êrîşên li hember dibistanên li Mereş û Sêweregê ku gumanbarên wan zarok bûn, derxist holê ku tundiya li Tirkiyeyê gihiştiye kîjan astê. Civaknas Çîgdem Şîmşek da zanîn ku ev bûyer ne munferît e takekesî ye û got:” Divê bê dîtin şert û mercên ku zarok vediguherin ‘bedenên bêdeng’ yên tundiyê û hiyerarşiyê esas digirin, kûr û belav bûye.Lê em dibînin ku vê rewşê magazînel dikin. Divê em li dijî vê ne temaşevan bin. Divê em têkoşîna civakî bidin meşandin.”
‘Zarok bi kodên mîlîtarîst û netewperest veguhertine alavê’
Çîgdem Şîmşek diyar kir ku zarok bi kodên mîlîtarîst û netewperest veguherîne alavê û wiha pê de çû: " Di esasê de ev rewşek têkildarî dewletê ye. Dewletên herî demokratîk jî ji bo hêza xwe biparêzin , kirdeyên serî tewandî dixwazin. Em dibînin ku zarok dibin mexdur an jî gumanbarê tundiyê, Modela ‘zarokên meqbûl’ jî hatiye runiştandin. Di roja îroyî de zarok anîne asta alaveke ku xwe dispêrin tundiyê.”
‘Tundiyê wek performans dibînin’
Çîgdem Şîmşek balkişand ser êrîşên li dijî dibistanên li Mereş û Sêweregê û wiha bi lêv kir: “Em nikarin van bûyeran munferît an jî takekesî bibînin. Em girêdayê mekanîmayên civakî ne. Em li mînakên Sêwereg û Mereşê dinêrin em dibînin ku bûyer wek ‘nîşandana hêrsê’ û ‘performansa mêr’ tê nîşandan. .Zarok bi hêsanî dikarin xwe bigihînin çekê. Em vê mijarê nikarin tenê daxînin polîtîkayên ewlehiyê. Zarok ji bêcezahiştin û modelên tundiyê bandor dibin. Tundiyê wek performans dibîn. Çanda hêrs û rola mêrtiyê dibin yek û di encamê de jî diteqin. Em li têkiliya perwerde û sermayê dinêrin,kapîtalîzm zarok li aliyekî dike alava bikarhêneriyê li aliyê din jî wek hêza kar a erezan a serî tewandî dîke. pergal hewl dide welatiyên meqbûl yên ku lêpirsîn nake ava bike. Ev pergal ji bo qada serdestiya sermayê û mêr berfireh bike vê êrîşê jî wek norm dibîne.”
‘Polîtîkaya perwerdehiyê nemaye’
Çîgdem Şîmşek diyar kir ku polîtîkayeke perwerdehiyê nemaye û di her tengezarbûnê de têgeha ku naveroka wê hatiye valakirin derxistin pêş. Çîgdem Şîmşek wiha berdewam kir: “ Ya ez fêm dikim manewiyat girêdayê kirdebûna ektîk e; mafê kesekî din wek mafê xwe parastin e. Lê niha em dinêrin li dibistanan binpêkirinên mafan rewa bûne. Rekabet û hêrs zêde bûye.”
Em dikarin çi bikin?
Çîgdem Şîmşek di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Divê em temaşevan nemînin. Divê ser êşê neyê girtin. Dema muxatabên ku hesab bidin tune bin, hem mexdurên êşê dihelin hem jî bûyerên wisa dubare dibin. îstîfa ne çareserî ye. Lê destpêkeke. Teşeyê muxatabiyeke sembolîk e. Nobetên jiyanê jî ne tenê bertek e, pêvajoyên şîngirtinê ne. Hewcedariya me bi fikr û nêrînên kolektîf yên demdirêj heye. Hewcedariya me bi tevgerek radîkal heye. Divê her kes bikaribe bêje ku "tundî performansa tundiya mêr e" û di her qadê de li dijî vê têkoşînê bimeşîne.”







