Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de bûn hat qebûlkirin
- 12:32 22 Nîsan 2026
- Rojane
ANTALYA - Girtî Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglû û Huseyîn Ozen ku li dijî girtîgeha “tîpa bîrê” dest bi greva birçîbûnê kiribûn, daxwazên wan ên sewqê hatin qebûlkirin.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê rewşa girtî Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê dest bi greva birçîbûnê kiribûn daxuyaniyeke niviskî belav kir û diyar kir ku daxwaza girtiyan bi cih hatiye û çalakiya xwe bi dawî kirine.
ÎHD'ê li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ev agahî da: “Ji me re hate ragihandin ku girtî Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglû û Huseyîn Ozen ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê bi daxwaza sewqkirina girtîgeheke ku li gorî şert û mercên navneteweyî ye dest bi greva birçîbûnê kiribûn daxwazên wan ên sewqê qebûl bûne û girtiyan çalakiya xwe bi dawî kir. Li bendê ye ku piştî kontrolan girtî bên sewqkirin. Em ê li dijî polîtikayên tecrîdê mafê jiyana girtiyan biparêzin.”







