Rewşa Zeyneb Celaliyan û sê girtiyên siyasî di metirsiyê de ye

  • 12:48 22 Nîsan 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dibin zext û gefên rejîma Îranê de rewşa çar girtiyên siyasî yên li girtîgeha Yezîd di xeteriyê de ye ku yek ji wan Zeyneb Celaliyan e. Rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan xirabe û rê li ber tedawiya wê tê girtin.
 
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgeha Yezîd a Îranê û zextên rejîma Îranê raporek belav kir.
 
Di raporê de hate ragihandin ku rewşa tenduristiya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ya bi cezayê heta hetayî, tevî sê girtiyên siyasî yên din Perîsa Kemalî, Dr. Hemîd Qerehesenlû û Hecet Elîzadgan yê di girtîgeha Yezidê de xirabe û rê nadin ku werin tedawîkirin.
 
Hat diyarkirin ku her diçe rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan ku girtiya jin a siyasî ya herî kevine xirabtir dibe. Zeyneb Celaliyan ji sala 2007’an ve di girtîgehê de ye û bi salane bi nexweşiyên giran re têdikoşe.
 
Malperê da zanîn ku têkiliya girtiyan bi malbatên wan re hatiye qut kirin, zextên ewlehiyê zêde bûne, pêşveçûna doza hinek ji wan bi hinceta windabûnê di rewşeke nediyar de hatiye hêlan ku ev rewş jî jiyana wan xistiye metirsiyê.