'Bêyî destûra me GES’an çêdikin!'

  • 09:04 23 Nîsan 2026
  • Ekolojî
Buşra Turan
 
AGIRÎ - Gundiyên bertek nîşanê panelên GES’ê yên li ser erd û mêrgên wan hatine avakirin û got: “Dest nedin axa me. Jiyana me ji destê me negirin. Em vê axa ji me re mîrateya maye dixwazin ji neviyên xwe re bihêlin. Gundê me ne yê firotinê ye. GES’an rawestînin.”
 
Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de li hember xweza Kurdistanê projeyên qirkirina xwezayê û bê mirov hiştinê didomîn. Li navçeya Giyadîn a Agiriyê li gundê Bazirgan bêyî erêkirina gundiyan xebatên Satnrola Enerjiya Rojê (GES) li ser mêran hat destpêkirin. Di bin navê "enerjiya tê nûkirin" de mêrg ji wesfa tê derxistin û vediguherin qada sanayiyê. Ev pêkanîn sewalkariyê  tînin asta tunebûnê û her wiha dibe sedema koçberbûna gundiyan.
 
Gundiyan der barê projeya GES’ê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Em wek gelê gund mêrgên xwe diparêzin’
 
Jina bi navê Hanim Kurtoglu diyar kir ku yekane çavkaniya debara wan sewalkariye û got: “Astengkirina mêrgan wê rê li ber pirsgirêkên debarê yên cidî vebike. Sewal tunebin em ê koçber bibin an jî nikaribin tu karî bikin. Ne zozan ne tiştekî din heye. Tenê cihên çêreya me wir in. Yekane çavkaniya debara me wir e. Wekê din çavkaniya debara me tuneye. Em gundî mêrgên xwe diparêzin. Li wir bêyî destûra me GES’an çêdikin. Dagir kirine. Yekane çavkaniya debara me sewalkariye. Ev mêrg bên dagkirin em ê sewalan ji neçarî di hundir de xwedî bikin.”
 
‘Dest nedin çavkaniya debara me’
 
Hatîce Boztepe jî wiha bertek nîşan da: “Em li dijî van panelên li ser erdên me hatine avakirinê ne. Çavkaniya debara me sewalkariye. Em van panelan naxwazin. Em mêrgên xwe dixwaizn. Em erdên xwe dixwazin. Bêyî agahiya me hatine wir panel danîne. Em vana teqez naxwazin. Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Em bang li rayedarna, li wezareta çandiniyê dikin. Bila van panelan rabikin.”
 
‘Jiyana me ji destê me negirin’
 
Elîf Sutçu jî destnîşan kir ku ew debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dikin û wih adomand: “Ji ber aboriyê me zarokên xwe nedan xwendin. Bila dest nedin ser axa me. 5 zarokên min hene. Ji ber aboriyê me nedan xwendin. Em bi sewalkariyê debara xwe dikin. Axa me jiyana me ji destê me negirin. Bi jiyana me nelîzin. Dest nedin ser axa me.”
 
‘Em dixwazin axa xwe ji neviyên xwe re bihêlin’
 
Ayşan Tokmak bertek nîşanê GES’ê da û wiha bi lêv kir: “Ev der cihên çavkaniya debara me ne. Em naxwazin li gundê me tiştekî wisa bikin. Em debara xwe bi sewalên xwe dikin. Em naxwazin axa xwe bifroşin.Ev axa ji me re mîrate maye em dixwazin ji neviyên xwe re bihêlin.”
 
‘Gund ne yê firotinê ye’
 
Ceylan Yaşar jî wiha got: “Em li dijî vê texrîbatê ne. Em 60 mal li gund in. Ciwan betalin, ji ber tunebûna kar koçber dibin. Em niha 20 mal pez xwedî dikin. Mêrga me heye. Sewalên me li wir diçêrin. Lê mêrga gundê me xera kirine. Tune kirine. Em wan naxwazin. Bila alavên xwe bigirin û ji vir biçin. Em şîrketê li vir naxwazin. Em bang li rayedaran dikin. Bila piştgiriyê bidin me û çareseriyê biînin. Gundê me ne yê firotinê ye. Em gundê xwe nadin kesî.”