Li Amedê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 12:49 28 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - Li Yenîşehirê Gulsum Şerlî li mala xwe bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Li Navçeya Yenîşehir a Amedê jina 21 salî a bi navê Gulsum Şerlî li mala xwe bi awayê bi gûman mirî hate dîtin. Malbata Gulsumê diyar kir ku Gulsumê di 26'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest daye û duh ew ji mirina wê agahdar bûn. Tîmên tendirustî û polîs ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku Gulsum Şerlî jiyana xwe ji dest daye.
 
Cenazeyê Gulsum Şerlî di serî de rakirin morga Tipa Edlî û pişt re jî li Goristana Mardînkapi ya Amedê hate definkirin.