Li ser dîka Amedê dirûşma ‘Bijî Kurdistan’
- 21:16 27 Nîsan 2026
- Çand û Huner
AMED - 11’êmîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja 6’emîn de bi bernameyên cûr bi cûr berdewam kir.
11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, li ÇandAmedê di roja 6’emîn de berdewam dike. Di nava rojê de bernameyên cûr bi cûr hatin lidarxistin.
Îşev jî lîstika bi navê “Connectıng Brıdges” ku derhênerê wî Sunday Ododo e, hat nişandan. Lîstikvanên ku ji Nîjeryayê hatin,di mijara lîstikê li ser aştî, empatî û diyalogê bû. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin hat. Piştre ji lîstikvanan re plaket hat dayîn û bername bi çepin abi dawî bû.
Di dawiya lîstikê de lîstivanan gotin “Bijî Aştî” û “Bijî Kurdistan”.
Mihrîcan dê sibê jî bi bernameyên cûr bi cûr berdewam bike.







