Berdana girtiya nexweş Pinar Tîkît dîsa hat taloqkirin

  • 13:45 5 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE - Berdana girtiya nexweş Pinar Tîkît a ku di Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê de, cara duyem hat taloqkirin.
 
Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana girtiya nexweş Pinar Tîkît ku di Girtîgeha Tîpa F a Jinan a Sîncan a Enqereyê de cara duyem taloq kir. Lijne, ji bo berdana Pinar Tîkîtê ku ji sala 2014'an ve girtî ye di 24'ê Nîsanê de civiya. Lijneyê poşmanîtî li Pinar Tîkîtê ferz kir. Piştî ku Pinar tÎkît bertek nişan da di civîna 30'yê Nîsanê de lijneyê biryara xwe da û berdana wê cara duyem ji bo 6 mehan taloq kir. 
 
Dê civîna nirxandinê ya bê di 5'ê Mijdarê de bê lidarxistin. Berdana Tîkîtê cara ewil di 22'yê Çileya 2026'an de 3 mehan hatibû taloqkirin. Pinar Tîkît ku kîstê araknoîd di mêjiyê wê de heye, di şert û mercên girtîhehê de nayê dermankirin. Her wiha Pinar Tîkît di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye jî.