Di doza Ozum Vurgun a OHD’yî de dê mutalaa bê amadekirin
- 15:11 30 Nîsan 2026
- Hiqûq
AMED - Di doza Ozum Vurgun a OHD’î de li îfadeyên şahdekî hate guhdarîkirin û danişîn ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.
Danişîna 3’yan a doza endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozum Vurgunê ku ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ozum Vurgun û parêzerên wê di danişînê de amade bûn. Endamên OHD û Baroya Amedê û Şandeya Parêzerên Sînornenas a ji Fransayê hatibû jî doz şopand.
Di danişînê de ji ewil li Canan Ceylanê hate guhdarîkirin ku Ozum Vurgunê di sala 2018’an de parêzertiya wê kir. Canan Ceylanê got ku di Tîrmeha 2018’an de derketiye Dadgeha Zarokan a Amedê û piştî ji “poşmaniya bibandor” sûd girtî dîsa ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar û Ozum Vurgunê jî ji CMK’ê weke parêzer jê re hatiye tayînkirin. Canan Ceylanê ev îdiaye kir: “Ozum Vurgunê ji min re got ‘heke tu ji poşmaniyê sûd bigirî dê cezayê muebbeda girankirî bidin te, li ser tu kesekî îfadeyan nede. Piştre jî ez ji ber ewlehiyê şandim Xarpêtê. Hate wir jî û heman tişt got. Digot hewceye tu di nava îtîrafkaran de nemînî.”
Piştre jî li endamê OHD’ê parêzer Necat Çîçek weke şahid hate guhdarîkirin. Çîçek, got ku Ozum Vurgun ji ber xebatên pîşeyî tê darizandin. Çîçek, got: “Îdiaya tê gotin min ser fermana Ozumê nîşe biriye girtîgehê rast nîne. Min tu tişek nebiriye lê bi vê hincetê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê têm darizandin. Tu eleqeya tiştên li girtîgehê hatine girtin bi min û Ozum Vurgunê nîne.”
Ozum Vurgun jî li dijî îdiayên Canan Ceylanê parastina xwe kir û got: “Dema nû bûm parêzer, cara ewil ji CMK’ê hatim peywirdarkirin. Parêzerê wê hatibû dûrxistin û ji bo danişînê gazî min kirin. Tev li danişîna wê bûm. Min li cem polîsan pê re hevdîtin kir. Dema gotin îfade nayê girtin û derxistin derve. Piştre şandin Girtîgeha Xarpêtê. Ez jî li ser daxwaza wê çûm wê derê. Xwest li ser îfadeya xwe hedvîtinê bike. Ji min re got ‘heke hûn parastina ewil bikin gelo ez ê derkevim.’ Ez ji xwe parêzereke nû bûm. Min ev dosya baş nedizanî û min jê re got dosyeya min a ewil e. Min çendek agahiyên giştî yên parêzertiyê dan. Wê têkildarî min agahî girt.”
Parêzerê Ozum Vurgun, Mehdî Ozdemîr jî got ew îfadeyên şahid Canan Ceylanê qebûl nakin û got: “Beriya niha ji bo miwekîla min biryara beraetê hatibû dayin. Dadgeha Îstînafê bi awayekî derhiqûqî biryara guhdarîkirina Canan Ceylanê da. Miwekîla min ji mecbûriyetê parêzertiya Canan Ceylanê kiriye. Miwekîla min li gorî pîşeya xwe tevgeriyaye.” Ozdemîr xwest miwekîla wî beraet bike.
Parêzer Rûşen Seydaoglû jî got ku Ozum Vurgun hemû aliyên hiqûqî yên “poşmantiya bandor” ji Canan Ceylanê re vegotiye û şahid gotinan berevajî dike. Rûşen Seydaoglûyê jî xwest biryara beraetê were dayin û biryara qedexeya derketina derveyî welat were rakirin.
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî doz weke “hewldana krîmînalîzekirina OHD’ê” nirxand û xwest miwekîla wê were beraetkirin.
Piştî parastinan, danişîn bi daxwaza amadekirina mutalaayê taloqî 24’ê Îlonê hate kirin.








