Ji şaredariya Erxeniyê ji bo jinan bang

  • 12:10 15 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Erxeniyê ji bo Navenda Jiyan û Piştgiriya Jinan a ku dê were vekirin wiha pirsî, "Hûn dixwazin kîjan qurs werin vekirin?" 
 
Şaredariya Erxeniyê ragihand ku ew ê li navçeyê Navendeke Jiyan û Piştgiriya Jinan veke.
 
Şaredariya Erxeniyê wiha bang li jinan kir:"Em dixwazin qursên perwerdeya pîşeyî û hunera destan ê li navenda me dê vebin em bi hev re dîyar bikin. Hûn dixwazin kîjan qurs werin vekirin? Ji ber ku em dixwazin vê navendê bi hev re, li gorî hewcedarî û daxwazên jinan ava bikin. Ev navend dê bibe qadeke jîyanê ya hevpar ku jin lê tên cem hev, ji hev hêzê digrin û ji hev re dibin piştgir. Jiyana te biryara te. Werin em bi hev re biryarê bidin. Hûn dikarin qursên ku hûn dixwazin bên vekirîn di şîroveyan de binivîsin."