Hiqûqnasên Wanê: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê

  • 14:05 15 Gulan 2026
  • Rojane
WAN - Baroya Wanê, DADSAZ û OHD'ê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya baroyê daxuyaniyek dan û gotin: "Miffteya azadiya Kurdan zimanê Kurdî ye.”
 
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiya Hiqûqê (DADSAZ) û Komîsyona Ziman û Çandê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya Baroya Wanê daxuyaniyeke dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” hat vekirin û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Rêveberê DADSAZ'ê Veysî Atay metna daxuyaniyê xwend.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Zimanê Kurdî bingeha hebûn û nasnameya gelê Kurd e. Kurdî hîmê yekîtiya neteweyî û mifteya azadiya Kurdan e. Tevî her cure êrîş û polîtîkayên pişaftinê, Kurdî sed sal in hebûna xwe diparêze. Her çend di peymanên navneteweyî de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hatibe misogerkirin jî, Tirkiye bi şerhan nahêle gelê Kurd ji van mafan sûdê bigire. Li gorî xala 42'yan a Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî, perwerdeya bi zimanekî din qedexe ye. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e.
 
Divê hemû astengiyên li ber bikaranîna zimanê Kurdî ji holê bên rakirin. Em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statûya Kurdî û perwerdeya bi Kurdî bidomînin. Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên derbarê giringiya zimanê kurdî de bi dawî bû.