Li Zehra Mosewî 10 sal û 6 meha ceza hat birîn

  • 14:29 15 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zehra Mosewî welatiya Îranî-Efxan û xwepêşanderek ku di Çileya 2025’an de hat girtin lê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Her wiha nasnameya wê ya Îranê hat betalkirin û gefa betalkirina hemwelatîbûnê û dersînorkirinê lê hat xwarin.
 
Li gorî raporên ku ji aliyê medyaya mafên mirovan ve hatine weşandin, Bîbî Zehra Mosewî, welatiya Îranî-Efxan e û yek ji xwepêşanderên ku di Çileya 2025’an de hatine girtin e. Ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve bi tevahî 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Li gorî vê raporê, Bîbî Zehra Mosewî, welatiya 21 salî ye û nişteciha Farîmanê ya li parêzgeha Xorasan Rezewî û yek ji girtiyên xwepêşandanên 2026’an e. Zehra bi tohmetên wekî “avakirina komê”, “perwerdekirin û çêkirina madeyên şewatê (kokteylên molotof)” û “teşwîqkirina kesan ji bo têkbirina ewlehiya neteweyî” bi tevahî 4 sal cezayê girtîgehê û 6 sal û 6 meh cezayê taloqkirî lê hatiye birîn. Li gorî Qanûna Komkirina Cezayan, çar sal cezayê girtîgehê wekî cezayê guncaw ji bo wê hatiye hesibandin.
 
Bîbî Zehra Mosewî di xwepêşandanan de hat girtin û niha li beşa “Aramesh” a Girtîgeha Wakilabadê ya li Meşhedê tê girtin.
 
Di heman demê de, raporên hatine weşandin nîşan didin ku dezgehên hikûmetê nasnameya wê ya Îranî betal kirine û gef lê xwarine ku “ji hemwelatîbûnê bêpar bimîne” û were “dersînorkirin.” Zehra Mosewî li Îranê ji dayîk bûye û beriya girtina xwe li xwaringehek li Wîlayeta Farîman dixebitî berpirsyara malbata xwe bû.