Li Alanyayê mirina bi guman a zarokekê
- 19:58 10 Hezîran 2026
- Rojane
ANTALYA - Zaorka bi navê Elîsa K. ya 16 salî ku bi guman ket Çemê Alara jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Alanya ya Antalyayê zaroka 16 salî Elîsa K. bi guman ket çemê Alara. Piştî ku agahî hat dayîn ekîbên cenderme, AFAD û ewlehiya peravê hatin cihê bûyerê.
Di encama lêgerînê de cenazeya Elîsa K. hat dîtin û cenaze rakirin morgê.
Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.








