Amedekariyên Mîhrîcana Jinan a Zîlanê didome

  • 10:56 17 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Jinan a Zîlan wê di 28'ê Hezîranê de li Londonê bi dirûşma "Dem dema jinan e" tê lidarxistin û diyarî Denîz Çiya û Rojbîn Amara hat kirin.
 
Mîhrîcana Jinan a Zîlan ku îsal di 28'ê Hezîranê de cara 21'emîn li Londonê tê lidarxistin, di têkoşîna azadiyê ya jinê de yek ji çalakiyên herî girîng ên jinan e ku hilberîna çandî, berxwedan û hişê têkoşînê digihîne hev. Mîhrîcana ku yekemcar di sala 2004'an de bi dirûşma "Jin sînoran derbas dikin" dest pê kir, di nava salan de bi tecrûbeyên berxwedanê û rojevên têkoşîna jinan bi dirûşmên cuda rêwîtiya xwe dewam kir.
 
Mîhrîcana Jinan a Zîlan a 21'emîn amadekariyê dike ku îsal li Londonê jinên ji gel, nasname û baweriyên cuda yên li çar aliyên Brîtanyayê bigihîne hev. Mîhrîcana ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan ve tê birêxistinkirin û di 28'ê Hezîranê de li Enfield Albany Parkê tê lidarxistin. Festîvala ku îsal bi dirûşma "Dem dema jinan e" tê lidarxistin diyarî Rojbîn Amara û Denîz Çiya hate kirin ku li Helebê şehîd bû.
 
Mîhrîcana wê li Albany Parkê saet di navbera 13:00-18:00 de pêk were û gelek xwepêşandanên muzîk, dans, govend, pêşangeha kincên gelêrî yên Kurdî, standên deqê, standên xwarinê û çalakiyên cuda wê hebin. Ji bo zarokan jî wê atolyeyên boyaxkirina rû, hunerê, lîstik û aktîvîteyên cuda tevahiya rojê dewam bikin.
 
Hunermend Zerya, Kewê û Olcay Bayir wê derkevin ser dikê û yek ji kesayetên girîng ên siyaseta Kurd Sebahat Tûncel weke mêvana rûmetê wê beşdarî mîhrîcanê bibe. Her wiha ji partiyên siyasî yên cuda û rêveberiyên xwecihî yên Brîtanyayê wê gelek siyasetmedarên jin weke qiseker beşdarî mîhrîcanê bibin.