Ayşegul Dogan: Divê zemîna qanûnî ya pêvajoyê neyê derengxistin

  • 22:16 18 Hezîran 2026
  • Rojane
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê civîna Desteya Rêveberiya Navendî de bi lêv kir ku divê meclîs berpirsyarî bigire ser milê xwe û dest bi çêkirina çarçoveya qanûnî bike û wiha got: “Divê şert û mercên birêz Ocalan li gor pêvajoyê bên başkirin. Divê zemîna qanûnî ya pêvajoyê dereng nemîne.”
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê civîna Desteya Rêveberiya Navendî li Navenda Giştî ya partiya xwe de daxuyanî da. Ayşegul Dogan anî ziman ku wan di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de li ser gelek mijaran gotubêj kirine.
 
Ayşegul Dogan bal kişand ser çalakiya mamosteyên dibîstana taybet û ji bo daxwazên wan bi cih werin li Enqereyê ne û gireva birçîbûnê danê destpêkirin û xwest daxwazên mamosteyan bi cih were.Ayşegul Dogan destnîşan kir ku wan di civîna Desteya Rêveberiya Navendî de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nirxandin û nîqaş kirine û da zanîn ku heyeta wan xebatên xwe didomînin û wiha got: “Ji bo rawestandina pêvajoyê derbas bibe divê pêvajo bi qanûnan bê mîsogerkirin û pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike. Heyeta me ya Îmraliyê bi partiyên siyasî û serokê meclîsê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kirin. Hevdîtinên heyeta me bidome. Di hevdîtinan de li ser çarçoveya qanûnî de gotûbêj û nirxandin hatin kirin. Divê beriya meclîs bikeve betlaneyê pêvajoya çêkirina qanûnan dest pê bike. Di hevdîtina heyeta me ya bi Numan Kurtulmuş re jî li ser vê yekê bû. Numan Kurtulmuş jî di hevdîtinê de gotiye ew jî hêvî dikin beriya meclîs bikeve betlaneyê qanûn bêne çêkirin. Lê berpirsyarî ya Serokê Meclîsê ye jî. Divê tişta ku dikevê ser milê wan bikin. Divê pêvajoya çêkirina qanûnan ji bo mijarên cuda neyên taloqkirin. Taloqkirina pêvajoyê vebalekî mezin e. Ya ku dikevê ser milê me hemûyan ew e ku ji bo aştiyeke mayindê demildest qanûna demkî ya pêvajoyê di meclisê de çêbikin. Ji vê lêztir rojeveke cuda tune ye. Ji bo wê jî divê tu kes hincetan negere. Divê ew firseta dîrokî neyê taloqkirin. Ji bo wê jî divê armanca me ew be ku çarçoveya qanûnî di meha tîrmehê de bê rojeva meclîsê.”
 
‘Divê meclîs jî berpirsyariya dîrokî bigire ser milê xwe’
 
Ayşegul Dogan diyar kir ku Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo çarçoveya qanûnî derbikeve plansaziya çalakiyan jî dike û wiha pêde çû: “Ji bilî vê rojevê rojeveke lêztir tune ye. Mijarên ku beyî çêkirina qanûnan bi cih werin jî bi cih neyên. Girtiyên siyasî yên derbarê wan de biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê heye jî nayên berdan. Ji bo wê divê ew pêvajo ne tenê li ser milê partiyeke be û hemû kes berpirsyarî bigirin. Divê meclis jî berpirsyariya xwe ya dîrokî bigire ser milan. Di rojên pêş de hem hevdîtinên heyeta me ya Îmraliyê dê hebin hem jî ya me bi partiyên siyasî û saziyên civakî re hebin.”
 
‘Divê şert û mercên birêz Ocalan li gor pêvajoyê bên başkirin’
 
Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û ev tişt anî ziman: “Çima destê yên li dijî pêvajoyê ne xurt dikin. Hê jî pirsên ji bo hevdîtina li Girava Îmraliyê bê bersiv dimînin. Divê hemû beşên civakê bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Divê şert û mercên birêz Ocalan li gor pêvajoyê bên başkirin û birêz Ocalan bikaribe hemû beşên cuda yên civakê re hevdîtinan bike.”
 
‘Em ê di 20ê Îlonê de kongreyê li dar bixin’
 
Ayşegul Dogan têkildarî rojeva kongreyê jî diyar kir ku kongreya wan dê di 20ê Îlonê de bê lidarxistin û ev nirxandin kir: “Komîsyonên me amadekariyên xwe dikin. Em ê bi awayekî herî xurt biçin kongreyê. Komîsyonên me yên têkildar û yên tuzukê amadekariyên xwe dikin. Em ê konferansan li dar bixin. Ew konferans ji bo amadekariya kongreyê ne. Em ê nû bikin. Em ê serpêhatiyên xwe yên têkoşînê ji nû ve binirxînin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Partiya me dê bibe kirdeya avakar a avakirina Aştî û Civaka Demokratîk. Heta niha me çi diparast em ê bi awayekî xurtir biparêzin. Em di serdemeke ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diçin kongreyê. Divê ev pêvajo tenê ji DEM Partiyê re neyê hiştin û em bi hev re têbikoşin.”
 
Ayşegul Dogan bal kişand ser peymana di navbera Amerîka û Îranê û diyar kir ku pêdiviya Rojhilata Navîn bi demokratîkbûyînê heye.
 
Ayşegul Dogan li ser pirsa çapemeniyê ya guherîna navê partiyê û hevserokan jî diyar kir ku ew dê bi konferansên li navçe û bajaran biryara vê yekê bigirin.