TJA li dijî îdiayên Navenda Rehabîlîtasyona Şîfayê ya li Êlihê dest bi nobetê dike

  • 20:27 20 Hezîran 2026
  • Rojane
ÊLIH - TJA li dijî îdiayên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya li Êlihê wê li ber Edliyeya êlihê dest bi nobeta 5 rojan bike.
 
Tevgera jinén azad (TJA), li dijî îdiayên îşkence, destdirêjî û mirina bi guman a  li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê wê  li ber Edliyeya Êlihê det bi nobetê bike. Bi pêşengiya TJA’yê wê li ber Edliyeyê çalakî 5 rojan bidome.
 
Her roj wê çalakî di navbera 15.00 û 17.00’an de pêk bê û banga lêpirsînê bê kirin. Jig elek bajarna wê jin tevli çalakiyê bibin û tê payîn ku wê ji baroyên cuda jî parêzer piştgiriyê bidin çalakiyê.