Li Rihayê jinek hate kuştin
- 13:28 23 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Emîne Kûrt a li Rihayê dima, ji aliyê Mehmet Kûrt ve hate kuştin ku pê re zewicî bû. Li gorî agahiyan, kiryar piştî kuştinê hewl da nîşan bide ku bûyer xwekuştin e.
Xizmên Emîne Kûrt a li Rihayê piştî ku nekarî agahiyê jê werbigirin, çûn mala ku jinê lê dima. Lê belê dîtin ku Emîne Kûrt li erdê dirêjkirî ye û agahî dan Navenda Banga Lezgîn a 112'an.
Tîmên tenduristiyê û polîsan ên hatin cihê bûyerê, di encama lêkolînê de tespît kirin ku Emîne Kûrt jiyana xwe ji dest daye.
Di lêpirsîna têkildarî bûyerê de Mehmet Kûrt hate binçavkirin.
Kiryar Mehmet Kûrt di îfadeya xwe ya li Emniyetê de li xwe mikur hat ku wî Emîne Kûrt kuştiye û ji bo kuştinê binixumîne hewl da nîşan bide ku Emîne Kûrt xwe kuştiye.
Mehmet Kûrt piştre radestî edliyeyê hate kirin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Cenazeyê Emîne Kûrt piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî radestî malbata wê ahte kirin. Piştre jî cenaze bi merasîmekê hate veşartin.
Her meh bi dehan jin têne kuştin. Li gorî bîlançoya meha Gulanê ya JINNEWS'ê, 16 jin hatin ukştin, 25 jinan bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin jî diyar kir ku di sala 2025'an de herî kêm 294 jin hatin kuştin, 297 jin jî bi gumanbarî mirin.







