Pispora Dîrokê ya Misirî: Serkeftina pêvajoyê wê bi mijara Kurd sînor nemîne
- 09:05 29 Hezîran 2026
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
RIHA - Pispora Dîrokê ya Misirî û akademîsyen Sahar Hesen der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, de axivî û got serkeftina pêvajoyê wê ji bo hemû Rojhilata Navîn aştiyê bîne û got: “Divê muzakerevanên din jî biryarbûneke samîmî nîşan bidin.”
Krîzên li herêmê, polîtîkayên şer û daxwazên gelan ku bersiva xwe nabînin, li Rojhilata Navîn legerîneke siyasî ya nû bi xwe re tîne. Li herêmê li şûna pevçûnan nîqaşên diyalog û demokratîkbûnê dertên pêş û perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî di navenda van nîqaşan de ye.
Pispora Dîrokê ya Misirî û Akademîsyen Sahar Hesen der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û bandora wê ya li Rojhilata Navîn de axivî.
‘Serkeftina pêvajoyê wê bi mijara Kurd sînor nemîne’
Sahar Hesen der barê têkoşîna gelê Kurd û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de axivî û got: “Ev pevajo heman demê de; demokratîkbûna piralî teşwîq dike, çandên cuda dide nasîn û navbera hemû gelan de edalet, wekhevî û jiyana hevpar esas digire û ji bo çareseriyê berpirsyariyek dîrokî bar dike. Di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn şer didome de hewldana ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan, vîzyonek alternatîf ya xwe dispêre aştiyê, demokratîkbûnê pêşkêş kir. Ev pêvajo bigihêje serkeftinê wê bandora wê tenê bi mijara Kurd sînor nemîne.”
Sahar Hesen daxuyakirin ku ger ev pêvajo biser bikeve wê bi riya diyalogê modelek bê avkairin û wiha bi lêv kir: “Serkeftina vê pêvajoyê wê armancên aktorên derve jî sînor bike. Encam wê îlhamê bide hewldanên din yên li Rojhilata Navîn. Wê piştgiriyê bide avakirina pergaleke herêmî ya aştiyane û demokratîk.”
‘Divê hemû alî biryarbûnek samîmî nîşan bidin’
Sahar Hesen di axaftina xwe de wiha got: “Berdewamkirina girtina Abdullah Ocalan di nîqaşên der barê pêşeroja mijara Kurd, îhtîmalên aştiyê ya li Rojhilata Navîn wek mijareke siyasî berdewam dike. Divê hemû alî di muzakre û diyalogê de biryarbûnek samîmî nîşan bidin. Aştî tenê bi riyên leşkerî ne pêkan e, ev pêvajo bawerî, îrade û jidilbûnê dixwaze. Reformên demokratîk ferz in. Ji bo aramiya li Rojhilata Navin divê hemû aktorên sereke yên pêvajoyê di şertên wekhev de muzakereyê bikin.”







