Ji bo avakirina komara demokratîk statuya ziman pêwist e
- 09:06 29 Hezîran 2026
- Çand û Huner
Rozerîn Gultekîn
AMED - Jinên tevli Konferansa Ziman a Kurdî bûn diyar kirin ku divê statuya ji boz iman bê nasîn û wiha gotin: “Gotina ‘tenê pewerde bi zimanê dayikê’ têr nake. Divê gavên bi bandor bên avêtin an jî wê wekê din tu wate tunebe.”
Saziyên Ziman yên Demokratîk bi dirûşmeya "Ji statuyê heta perwerdehiyê ji bo muzakereyê çarçoveyek nû" Konferansa Zimanê Kurdî ya du rojan pêk anîn. Gelek kes û sazî tevli konferansê bûn û der barê statu, perwerdehiya bi zimanê dayikê nîqaş hatin meşandin. Jinên tevli konferansê bûn ji ajansa me re axivîn.
‘Heta statu tunebe wê xetere bidome’
Hevseroka Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Nesrîn Şanli balkişand ser girîngiya naskirina zimanê Kurd û got: “Em anîn asta ku ji zimanê xwe şerm bikin. Dê û bavan şerm dikir ku bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin. Di alî îfadekirinê xe zehmetî hatin kişandin. Li nexweşxaneyan zehmetî hatin kişandin. Divê em ji zimanê xwe şerm nekin û li her derê biaxivin. Her tim qedexe bûn. Ji ber vê fermiyet ji bom e girîng e. Heta ku statuya ziman tunebe wê xetereyên li ser ziman jî bidomin. Zimanê dayikê mafê esase. Ger ev maf neyê dayîn wê demê gavên tên avêtin jî ne samîmîne. Divê em xebatên ziman hîn bêtir mezin bikin. Enstîtu di vî alî de xebatên xwe dimeşîne. Heta derfet hebin em xebatan berfireh dikin, em di alî zanist û akademîk de faliyetan dimeşînin.”
Komara demokratîk û azadiya ziman
Nurcan Delîl ya di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digire diyar kir ku ji bo statuya Kurdî gelê Kurd bi salane têkoşînê dimeşîne û heman demêde li hember ziman polîtîkayên asîmîlasyonê hatine meşandin. Nurcan Delîl wiha anî ziman: “Bi van polîtîkayan tiştek nehat bidestxistin. Divê Kurd êdî di asta hiqûqî de zimanê xwe bidest bixin. Îro komara demokratîk tê nîqaşkirin, wê demê tenê gotina ‘perwerda bi ziman’ têr nake. Ziman parçeyek girîng a komara demokratîk e. Bi salane Kurdî tê atengkirin. Ev polîtîka heta nav malan jî çûye. Ger îro deriyê komara demokratîk hatibe vekirin, gavek ji bo aştiyê hatibe avêtin divê Kurdî bê qebûlkirin. Konferansê tên kirin divê nav çar dîwaran de nemînin. Divê bi gel re ev konferans bên kirin. Divê em xebatên xwe bi gel re bimeşînin.”
‘Statu tenê têr nake divê gel zimanê xwe bikar bîne’
Hevseroka Komeleya Çand û Ziman a Avesta Kurdiye Irgat jî wiha anî ziman: “Zimanê Kurdî bi salane di bin zextan de ye. Gelê Kurd azadiya zimanê xwe dixwaze. Kurdî nava 968 zimanî de di rêza 80’ê de ye. Zimanekî dewlemend û bi koke. Em hêvî dikin ku statuya zimanê Kurdî bê dayîn û civak bi azad zimanê xwe biaxive. Bê guman statu tenê têr nake divê gel zimanê xwe bi awayekî azad biaxive.”







