Êrîşên li ser jinan zêde dibin: Çareserî komara demokratîk e
- 09:05 11 Tîrmeh 2026
- Rojane
STENBOL - Rêvebera Komeleya Dema Jinan Fatma Nur Çete êrîşên li ser jinan nirxand û da zanîn ku bi avakirina komara demokratîk re wê jin jî azad bibin.
Tundiya li ser jinan, qetilkirin û mirinên bi guman ên jinan her diçin zêde dibin û jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Polîtîkayên destilatdariyê jinan davêje plana dawî, pêkanînên bêcezahiştinê jî cesaretê dide gumanbaran. Jin diyar dikin ku divê polîtîkayên ku mafê jiyanê esas digie bikevin jiyanê.
Ji rêveberiya Komeleya Dema Jinan Fatma Nur Çete da zanîn ku polîtîkayên ‘sala malbatê’ ya desthilatdariyê jin ji qada cemawerî dur xistine û hespê rolên ku zîhniyeta serdest ferz kiriye dikin. Fatma Nur Çete wiha anî ziman: “Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Divê polîtîkayên ku jinan diparêzin bikevin jiyanê. Divê demokratîkbûn pêk bê û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bê mezinkirin.”
Jin tên qetilkirin
Fatma Nur Çete daxuyakirin ku piştî îlankirina ‘Sala malbatê’ ya 10 salên dawî, qetilkirinên jinan zêde bûne û wiha pê d eçû: “Bi van polîtîkayan hedef dikin ku jinan hepsê malê bikin. Qetilkirinên jinan zêde dibin. Jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve, ji aliyê bav, bira, hevjîn ve tên qetilkirin. Ji ber vê jî sala malbatê jinan naparêze.”
‘Bêcezahiştin cesaretê dide gumanbaran’
Fatma Nur Çete destnîşan kir ku qetilkirin bi polîtîkayên bêcezahiştinê tê normalkirin û doza Fatma Nur û Hîfa yên li Zeytînburnu bi guman jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û got: “Tê îdiakirin ku întîxar kirine. Lê em dizanin ku mêrê gumanbar ewil destdirêjiyê li jinê dike, pê re dizewice û piştre jî destdirêjiyê li keça xwe dike. Vê jinê li ber çapemeniyê dengê xwe da bihisti. Ev îxbarek aşkera bû, serlêdana sûc bû. Lê tu lêpirsînek li gumanbar nehat vekirin.”
Komara demokratîk
Fatma Nur Çete wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Kurdistanê jî polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Çareserî bi avakirina komara demokratîk pêkan e. Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kizmaz, Îpek Er… Hîna gelek jinên din. Ev rastiya polîtîkayên şerê taybet in. Polîtîkayên şerê taybet jinan qetil dikin. Em di komareke dij demokratîk de dijîn. Çareserî avakirina komareke demokratîk e. Dema komareke demokratîk bê avkirin wê jin jî azad bin. Divê dewlet di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de berpirsyariya xwe bîne cih. Divê demildeste polîtîkayên ku jinan diparêzin bikin jiyanê. Çareserî têkoşîneke rêxistinkirî ye. Divê jin piştevaniyê û têkoşîna kolektîf mezin bikin.”







