Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava û Şoreşa Azadiya Jinan
- 09:04 18 Tîrmeh 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
KOBANÊ - Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşxistin, di nava salan de bû şoreşa azadiya jinan û gelan. Şoreşa Rojava bi têkoşîn, fedakarî û îradeya jinan destkeftiyên girîng di warê siyasî, civakakî û ewlehiyê de afirand. Her çend îro bi gelek astengiyan re rû bi rû ye jî lê, bi heman fikir û felsefeyê dewam dike û têkoşîna parastin û destkeftiyan domdar e.
Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava yek ji girîngtirîn bûyerên dîroka nû ya Kurdan û her wiha yek ji şoreşên ku li Rojhilata Navîn guherînên kûr afirandiye tê hesibandin. Ev şoreş ne tenê guhertinek siyasî bû, lê di heman demê de projeyek civakî, çandî û felsefî bû ku armanca wê avakirina civakeke demokratîk, azad û wekhev bû. Di nav hemû guhertinan de, pêşketina jinan bû aliyê ku herî zêde bal kişand û bû sedema ku gelek lêkolîner, rojnamevan û navendên lêkolînê ev pêvajo wek “Şoreşa Jinan” binav bikin.
Di dîroka Rojava de, jin bi saya şoreşa pêk hat, bûn rêveber, biryarder, şervan, mamoste, siyasetmedar û avakerên pergala nû. Ev guhertin ne bi daxwazên siyasî tenê pêk hat, bi têkoşîna dirêj a jinên Kurd û rêxistinbûna wan hate avakirin.
Piştî derketina şoreşê, li herêmê pergala Xweseriya Demokratîk ava bû; pergala ku bingeha xwe li ser demokrasiya civakî, hevserokatî, azadiya jinan û xwişk û biratiya gelan ava kir. Ev model di şert û mercên şer, ambargo û êrişên domdar de jî berdewam kir û bû navenda balkişandina raya giştî ya cîhanê.
Şoreşê kengî û çawa dest pê kir?
Sala 2011'an, piştî ku li gelek welatên Ereban xwepêşandan û serhildan dest pê kirin, Sûriye jî ket nav pêvajoya aloziyên siyasî û leşkerî. Li gelek bajarên welêt xelkê li dijî rejîma Baasê xwepêşandan kirin. Bersiva hikûmetê jî tund bû û şert û mercên welêt her ku çû ber bi şerê navxweyî ve çû.
Di wê demê de herêmên Kurdî ji gelek aliyan ve di rewşeke taybet de bûn. Kurdan bi dehsalan mafên xwe yên bingehîn bi dest nexistibûn. Gelek kes ji mafê hemwelatiyê hatibûn mehrûmkirin, zimanê Kurdî di dibistanan de qedexe bû, gelek navên Kurdî hatibûn guhertin û siyaseta erebkirinê li herêmê hate meşandin. Ji ber vê yekê, civaka Kurd di demek dirêj de li ser bingeha rêxistinbûn û xweparastinê xebitî bû.
Di deh salên berî şoreşê de, gelek komîte, meclîs û rêxistinên civakî bi awayekî veşartî an jî nîv veşartî hate avakirin. Armanc ew bû ku heke şert û merc biguhere, civak bikaribe xwe bi rêve bibe û valahiya rêveberiyê tijî bike.
Çirûska yekem a Şoreşê Kobanê
Di 19'ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê, hêzên rejîmê ji gelek dezgehên xwe vekişiya. Di şûna wan de, hêzên xweparastinê û gelê herêmê bi awayekî rêkûpêk saziyên rêveberiyê girtin dest xwe. Ev bû roja ku bi fermî wek destpêka Şoreşa Rojava tê qebûlkirin. Di rojên pişt re, ev pêvajo bi lez li Efrîn û herêma Cizîrê jî belav bû.
Yek ji taybetmendiyên vê şoreşê ew bû ku li şûna avakirina desthilateke navendî, girîngî hate dayîn rêxistina civakê. Komîn, meclîsên taxan, meclîsên bajaran û saziyên sivîl hatin damezrandin da ku gel rasterast beşdarî biryardanê bibe.
Di heman demê de, hêzên parastinê jî hatin avakirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û piştre Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn hêzên ku berpirsiyariya parastina herêmê girtin ser milên xwe. Taybetmendiya YPJ'ê ew bû ku cara yekem li Rojhilata Navîn hêzeke leşkerî ya serbixwe ya jinan hate avakirin ku bi fermandariya jinan şer da meşandin.
Di salên destpêkê de şert û merc hêsan nebûn. Ji aliyekî şerê navxweyî yê Sûriyeyê her ku diçû firehtir dibû, ji aliyê din ve komên çekdar yên cuda li dijî herêmên Rojava êriş dikirin.
Her çend şert û merc gelek dijwar bûn, rêveberiya nû xebitî ku karûbarê rojane yê gel raneweste. Dibistan vekirî man, navendên tenduristiyê xebitîn, nanxane, şaredarî û bazar jî berdewam kirin. Ev yek bû sedema ku gelek kes Şoreşa Rojava wek “şoreşa avakirinê” jî binav bikin, ji ber ku di nav şertên şer de jî saziyên nû dihatin damezrandin.
Li gel pergala siyasî, guhertinek mezin di warê civakî de jî dest pê kir. Ji bo cara yekem li gelek cihan jin bi rêjeyeke bilind di meclîsan, şaredariyan û saziyên civakî de cih girtin. Pergala hevserokatiyê hate bicîhkirin ku li gorî wê her saziyek diviya yek jin û yek mêr bi hev re rêve bibin. Ev model piştre bû yek ji sembolên sereke yên Şoreşa Rojava.
Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi vî rengî bû destpêka pêvajoyeke nû ku paşê li ser bingeha azadiya jinan, demokrasîya civakî û xwişk û biratiya gelan hate pêşxistin. Di salên piştre de, ev pêvajo ne tenê li ser rewşa siyasî ya herêmê bandor kir, jiyana rojane ya mirovan, taybetî jî jinan, bi awayekî bingehîn guhert.
Şoreşa Jinan û guhertina rewşa jinan a di Rojava de
Ger Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi tiştekî taybet were binavkirin, bê guman ew “Şoreşa Jinan” e. Ji rojên destpêkê ve, pêşengtiya jinan ne tenê di qada leşkerî de xuya bû, lê di hemû warên jiyanê de bû bingeha pergala nû. Ji ber vê yekê, gelek nivîskar û lêkolîner bawer in ku serkeftina vê şoreşê bêyî beşdariya jinan ne pêkan bû.
Rewşa jinan a berî şoreşê
Berî sala 2012’an, rewşa jinan li gelek deverên Sûriyeyê wek gelek welatên Rojhilata Navîn di bin bandora kevneşopiya mêr-serdest û qanûnên ku mafên jinan bi sînor dikirin de bû. Li gelek gundan û bajarokan, jin nekaribûn serbixwe di biryarên malbatê an civakî de cih bigirin. Zewaca di temenê biçûk de, zewaca bi zorê û sînordarkirina beşdariya jinan a di kar û siyasetê de hîn jî di hin deveran de hebûn.
Jin gelek caran tenê wekî berpirsiyarên karên malê hatin dîtin. Rêjeya beşdariya wan di rêveberiyê, saziyên fermî û aboriyê de gelek kêm bû. Her çend jinên Kurd di têkoşîna neteweyî de rolek girîng hebû, lê ev rol gelek caran bi awayekî fermî nayê naskirin.
Azadiya jinan bû bingeha şoreşê
Piştî destpêka şoreşê, yek ji biryarên herî girîng ew bû ku azadiya jinan ne tenê wek mafekî civakî, lê wek bingeha avakirina civakeke demokratîk were qebûlkirin. Li gorî vê têgihiştinê, civakek ku jin tê de azad nebe nikare demokratîk be.
Ji ber vê yekê, di hemû saziyên nû de diviya jin cihê xwe bigire. Pergala hevserokatiyê, ku li gorî wê her sazî bi hevserokek jin û hevserokek mêr tê rêvebirin, yek ji destkeftiyên herî girîng bû. Vê modelê armanc dikir ku jin ne tenê beşdar be, di biryaran de jî rola sereke bilîze.
Jineolojî û avakirina hişmendiya nû
Di nav şertên şoreşê de, girîngîyek taybet ji bo perwerdehiya fikrî hat dayîn. Di vê çarçoveyê de, Jineolojî wek zanista jinan hate pêşxistin. Armanca wê ew bû ku dîrok, civak, aborî û siyaset ji aliyê jinan ve jî were nirxandin û hişmendiyeke nû li ser azadiya jinan were afirandin.
Akademiyên jinan li gelek bajar û navçeyan hatin vekirin. Li van akademiyan jinan li ser dîrok, maf, rêveberî, civaknasiya demokratîk, çareserkirina nakokiyan û rêxistinbûnê perwerdehî werdigirtin. Ev pêvajo bû sedema ku gelek jin di nava kar û xebatan de cihê xwe bigrin.
Rola jinan a di ewlehiyê de
Yek ji guhertinên herî girîng avakirina hêzên ewlehiyê yên jinan bû. Damezrandina YPJ'ê nîşan da ku jin dikarin hemû civakê biparêzin. Bi demê re, YPJ bû yek ji hêzên ku navûdeng derbasî cîhanê bû, ji ber ku YPJ'ê ne tenê axa welatêkî parast di heman demê de bû hebûn û nasnameya hemû jinên Sûriyeyê. YPJ'ê bi şer û têkoşîna xwe riya azadiya jinan vekir. YPJ'ê bi şerê xwe yê li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê hemû mirovahî parast.
Her wiha, Asayîşa Jin jî hate damezrandin. Ev sazî berpirsiyarîya ewlehiya navxweyî digirt ser milên xwe û di dozên ku bi jinan ve girêdayî bûn bi taybetî dixebitî. Armanc ew bû ku jin di şert û mercên ewlehiyê de jî xwe ewle hîs bikin û bikaribin pirsgirêkên xwe bi rêyeke hêsan çareser bikin.
Rola jinan a di siyasetê de
Piştî şoreşê, jinan di hemû astên siyasî de cih girt. Di meclîsên herêmî, şaredariyan, komînan û saziyên rêveberiyê de rêjeya beşdariya jinan her ku çû zêde bû. Pergala hevserokatiyê û kota jinan bûn sedema ku jin bi awayekî fermî beşdarî rêveberiyê bibin.
Ev model ne tenê li ser kaxezê ma. Gelek jin bûn hevserok, wezîfevan, endamên meclîsan û berpirsiyarên saziyên fermî. Bi vî awayî, jin cara yekem di gelek waran de beşdarî biryarên stratejîk bûn.
Rola jinan a di aboriyê de
Li aliyê aboriyê jî guhertinên girîng pêk hatin. Kooperatîfên jinan hatin damezrandin da ku jin bikaribin bi xwe hilberînin û serbixwe bibin. Di warên çandiniyê, hilberîna xwarinê, dirûn û karên destan de gelek projeyên taybet ji bo jinan hate meşandin.
Ev projeyan ne tenê alîkariya aboriya malbatan kir, ewlehiyeke aborî ji jinan re jî çêkir. Gelek jinên ku berê tu dahatek nebû, paşê bûn xwediyê kar.
Perwerdehî û tenduristî
Di warê perwerdehiyê de, gelek jin bûn mamoste, rêveberê dibistanan û endamên komîteyên perwerdehiyê. Vekirina dibistanên bi zimanê Kurdî û zêdekirina beşdariya keçan di perwerdehiyê de, ji guhertinên girîng ava bûn.
Di warê tenduristiyê de jî jin di nexweşxane, navendên tenduristiyê û saziyên alîkariyê de roleke sereke girtin ser milên xwe. Di şertên şer û koçberiyê de, gelek jin wek doktor, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê xizmeta gelê xwe kirin.
Di civaka sivîl de, jin
Şoreşê rê li ber gelek rêxistinên jinan vekir. Van rêxistinan li ser parastina mafên jinan, çareserkirina tundiya li dijî jinan, perwerdehiya civakî û piştgirîkirina malbatan xebitîn. Li gelek cihan navendên taybet ji bo jinan hatin vekirin ku jin bikaribin alîkariya hiqûqî, civakî û derûnî bistînin.
Destkeftiyên jinan û pêşengtiya Wan a di berxwedanê de
Piştî destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê, jinên Rojava ne tenê di avakirina pergala nû de cih girtin, lê di şertên şer û metirsiyên mezin de jî bûn pêşengên parastina civakê. Di nav çend salan de, destkeftiyên wan di warên siyasî, civakî, hiqûqî, leşkerî û aborî de bi awayekî berbiçav zêde bûn. Ev destkeftî ne bi hêsanî hatin bidestxistin; her yek bi fedakarî, têkoşîn û bi berdelên mezin hatin avakirin.
Destkeftiyên hiqûqî û qanûnî
Yek ji guhartinên herî girîng, pêşxistina qanûnên ku mafên jinan diparêzin bû. Di pergala rêveberiya herêmê de gelek qanûn û rêzikname hatin pejirandin ku armanca wan astengkirina cudakariyê li dijî jinan bû.
Di nav van de:
* Astengkirina pirjiniyê
* Qedexekirina zewaca di temenê biçûk de
* Qedexekirina zewaca bi zorê
* Zêdekirina mafên jinan a di dozên malbatî de
* Parastina jinan a li hember tundûtûjiyê
Ev guhertin li gelek deverên Rojhilata Navîn wek mînakeke nû hatin nirxandin, ji ber ku di gelek welatan de hîn jî ev pirsgirêk hebûn.
Pergala hevserokatiyê
Ji destkeftiyên ku navê xwe li ser asta navneteweyî belav kir, pergala hevserokatiyê bû. Li gorî vê pergalê, her sazî bi hevserokek jin û hevserokek mêr tê rêvebirin. Ev model armanc dike ku jin ne tenê beşdarî rêveberiyê bibin di hemû biryarên sereke de jî rola wekhev hebin.
Bi vî awayî, gelek jin bûn hevserokên meclîsan, şaredariyan, komînan û saziyên fermî. Ev yek di herêmê de guhertinek mezin di hişmendiya siyasî de afirand.
Berxwedana Kobanê
Di nav hemû bûyerên şoreşê de, Berxwedana Kobanê cihê wê yê taybet heye. Di dawiya sala 2014’an de, DAÎŞ'ê êrişeke berfireh li ser Kobanê da destpêkirin. Gelek dewletan piştgirî da DAÎŞ'ê û ji bo tunekrina kurdan êrîşî kurdan kirin.
Di van şertên dijwar de, jinên kurd bi pêşengtiya YPJ'ê li gel YPG û gelê herêmê roleke sereke di şerê li dijî DAÎŞ'ê de lîstin. Jinên kurd di nav şeran de li pêşiya eniyan de cih girt, gelek fermandarên jin rêveberiya operasyonan kirin û bi fedakariyên xwe bûn sembola berxwedanê.
Serkeftina Kobanê tenê serkeftinek leşkerî nebû. Wê nîşan da ku hêzeke ku bingeha xwe li ser beşdariya jinan ava kiriye dikare li hember yek ji komên herî tundraw ên cîhanê bisekine.
Rola jinan a di şerê li dijî DAÎŞ'ê de
Piştî Kobanê, şerê li dijî DAÎŞ'ê li gelek deveran berdewam kir. Jin beşdarî gelek operasyonan bûn; ji Ezazê heta Minbicê, ji Tebqayê heta Reqayê û deverên din jinên kurd ji bo gelê herêmmê şer kirin û têkoşînek bê eman dan meşandin.
Di van şeran de, gelek jin bûn fermandar, pêşeng û şervan. Fedakariya wan bû sedema ku navê YPJ'ê li gelek welatan were nasîn. Medyayên navneteweyî gelek caran li ser rola jinên Kurd a di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de rapor û belgefîlm amade kirine.
Ev serkeftin tenê ji aliyê leşkerî ve girîng nebû hişmendiyeke nû li ser rola jinan di ewlehî û parastinê de jî afirand.
Pêşengtiya jinan a di rêveberiyê de
Li gel şer, jinan karê xwe di saziyên sivîl de jî berdewam kirin. Gelek jin bûn endamên meclîsan, berpirsiyarên komîteyan, mamoste, doktor, rojnamevan û rêveberên kooperatîfan.
Vê beşdariyek fireh nîşan da ku şoreş tenê li ser çek û şer nesekinî armanca wê avakirina civakeke nû bû ku jin di hemû waran de cihê xwe hebe.
Destkeftiyên aborî û civakî
Kooperatîfên jinan, projeyên çandiniyê, kargehên hilberînê û navendên perwerdehiyê ji bo jinan bûn bingeha serbixwebûna aborî. Gelek jin ku berê nekaribûn bixebitin, paşê bûn xwediyê kar û dahatek serbixwe.
Di aliyê civakî de jî navendên taybet ji bo jinan hatin vekirin ku alîkariya hiqûqî, derûnî û civakî pêşkêş bikin. Ev navend di çareserkirina pirsgirêkên malbatî û tundûtûjiyê de jî roleke girîng lîstin.
Fedakariyên jinan
Tu destkeftiyek bê fedakarî nayê bidestxistin. Di salên şoreşê de sedan jin di şer, di xizmeta tenduristiyê, di rojnamegeriyê û di karên sivîl de jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bûn an jî ji mal û welatê xwe koçber bûn.
Ev fedakarî li gorî gelek kesan bû bingeha parastina destkeftiyên ku heta îro jî li Rojava hene. Bi taybetî malbatên şehîdan û jinên ku li eniyên şer têkoşîn kirin, wek beşek ji dîroka vê şoreşê têne bibîranîn.
Bandora serkeftiyan a li ser cîhanê
Piştî serkeftina li dijî DAÎŞ'ê, gelek navend, zanîngeh û rêxistinên navneteweyî dest bi lêkolînê kirin ka çawa jinên Kurd di şertên şer de karîbûn roleke wisa girîng bilîzin. Ji bo gelek tevgerên jinan li Ewropa, Amerîka û gelek deverên din, ezmûna Rojava bû mînaka beşdariya jinan a di rêveberî û xweparastinê de.
Her çend şert û mercên siyasî û leşkerî hîn jî dijwar bin, destkeftiyên jinan di nav çend salan de nîşan dan ku beşdariya rastîn a jinan dikare bandorek kûr li ser avakirina civakeke demokratîk bike. Ev destkeftî ne tenê ji bo Rojava, ji bo gelek civakên din jî bûn mijara nîqaş û lêkolînê.
Neqebûlkirina YPJ'ê ya ji aliyê hikûmeta Şamê ve
Yek ji mijarên ku niha di nîqaşê de ye Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye. Niha YPJ ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve wekî hêzeke leşkerî nayê qebûlkirin. Ji bo Şamê hêzeke serbixwe ya jinan ji bo xwe wekî xeteriyekê dibîne. YPJ ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û hemû cîhan ji taritiyê xilas kir, îro bi zahmetiyên ku Şam wan qebûl nake re rû bi rû ne. Şam dixwaze ku hemû hêzên leşkerî yên derveyî artêşa fermî ya welêt di nav saziyên dewletê de werin yekgirtin. Jinên kurd û jinên herêmê YPJ’ê ne tenê hêzeke leşkerî di heman demê de ew ji bo xwe wekî nasname û hebûna xwe dibînin. Gelek jinên herêmê dibêjin ku; parastina destkeftiyên şoreşê û beşdariya jinan di warê ewlehiyê de yek ji şertên bingehîn ên parastina pergala heyî ye. Li hemberî daxwazên Şamê têkoşîna jinên Kurd dewam dike.
Têkoşîna bê navber a jinên Kurd
Têkoşîna jinên Kurd ne bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kiriye û ne jî bi şertên îroyîn bi dawî dibe. Di dîroka nû de, jinên Kurd li gelek parçeyên Kurdistanê di warên çandî, civakî, siyasî û mafên mirovan de çalak bûne. Têkoşîna jinên kurd kevnar e û berî şoreşa 19'ê Tîrmehê jî her dewam kiriye.
Li Rojava, ev têkoşîn bi avakirina saziyên jinan, akademiyan, kooperatîfan û navendên parastina mafên jinan berdewam e. Gelek jin bawer in ku parastina destkeftiyên heyî tenê bi rêxistinbûn, perwerdehî û beşdariya civakî pêk tê.
Her çend şert û merc her ku diçin dijwartir dibin, lê jin dibêjin ku armanca wan tenê parastina destkeftiyên îroyîn nîne, pêşxistina roleke mezintir a jinan a di avakirina aştiyê, demokrasiyê û jiyana civakî de ye.
Bi fikrên Rêberê Gelê Kurd şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ser ket
Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava di şert û mercên ku Sûriye di nav şerê navxweyî de bû dest pê kir. Di nav demeke kurt de ev şoreş ji guhertineke siyasî derket û bû pêvajoyek ji avakirina saziyên nû, rêxistinbûna civakê û zêdekirina beşdariya jinan a di hemû warên jiyanê de.
Di nav hemû destkeftiyan de, pêşketina rewşa jinan bû aliyê ku herî zêde bal kişand. Beşdariya jinan a di siyasetê, ewlehiyê, perwerdehiyê, tenduristiyê, aboriyê û saziyên civakî de nîşan da ku jin dikarin di avakirina civakeke demokratîk de roleke sereke bilîzin. Pergala hevserokatiyê, kooperatîfên jinan, akademiyên jinan û hêzên xweparastina jinan bûn mînakên vê guhertinê.
Destkeftiyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê hatine avakirin îlhama wê ji fikir, felsefe û projeya siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin. Fikra azadiya jinan, hevserokatî, Jineolojî û beşdariya wekhev a jinan a di hemû warên jiyanê de, bingehên projeya ku li Rojava hate bicîhkirin in. Her wiha gelek pêşketinên ku jinan di warên siyasî, civakî, aborî, çandî û ewlehiyê de bi dest xistine, encama xebata salan, fikir û perspektîfa ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate pêşxistin in.
Bêyî vê felsefeya ku azadiya jinan wek bingeha azadiya civakê dibîne, ne pergala hevserokatî, ne saziyên taybet ên jinan, ne Jineolojî û ne jî pêşengtiya jinan di warê xweparastin û rêveberiyê de bi vî rengî pêk nedihatin. Ji ber vê yekê Şoreşa 19'ê Tîrmehê û destkeftiyên wê bi taybetî di warê jinan de, berhema fikir, xebat û projeya siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.










