Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Li dijî êrişan yekitî divê

  • 14:55 21 Tîrmeh 2026
  • Rojane

WAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li dijî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê li sînor daxuyanî da û got: "Em careke din hemû êrîş, qirkirin û tunehesibandina serdestan a li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin."

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li ber Deriyê Gumrukê ya Kapikoyê ya li navçeya Serav a Wanê daxuyaniyek da û êrîşên Îranê yên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Beriya daxuyaniyê endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn axivî û êrîşên Îranê şermezar kir û bal kişand ser mezinkirina têkoşîna yekitiyê. Dû re metna daxuyaniyê ji hêla berdevka platformê Laleş Biçimlî ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniya Platforma Yekitiya Jinên Kurd de wiha hat gotin:
 
"Em Wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, êrîşên Rejîma Îranê yên li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!
 
Rejîma faşîst a Îranê bi salan e bi awayekî hovane Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve dike û  qetil dike. Polîtîkayên vê rejîmê yên qirker ne tenê aîdî vê serdemê ne; ji roja ku Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye dabeşkirin û heta îro, bi hovitiyeke mezin zext, tundî û qirkirin li ser gelê Kurd  dimeşîne. Tevî ku îro Îran ji aliyê DYA û Îsraîlê ve tê bombeberankirin û di bin êrîşan de ye jî, dev ji dijminahî û kuştina Kurdan bernade.
 
Îro jî em dibînin ku berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û êrîşên hovane li ser pêk tîne. Di van çend mehên dawîn de bi dehan caran êrîş pêk anîn û bi dehan mirov qetil kirin. Di van rojên dawîn de li Silêmanî û Hewlêrê kampên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kirine hedef û bi dron û fuzeyên balîstîk  êrîşan pêk tînin Herî dawîn êrîş li Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên rojhilatê Kurdistanê hat kirin. Di encama vê êrîşê de neh pêşmergeyên Komeleyê şehîd ketin.
 
Li dijî rejîma faşîst, yekîtiya şeş partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav gelê Kurdên Rojhilat de hêvî û baweriyeke bihêz çêkiriye. 
 
Em jî wekî jinên Bakurê Kurdistanê, ji vir bang li hemû cîhan û gelan dikin ku li dijî van polîtîkayên Îranê yên qirêj û hovane bêdeng nemînin û gelê Kurd bi tenê nehêlin.
 
Di heman demê de em bang li jinên Kurd û li hemû gelê Kurd jî dikin ku li dijî van êrîş û darvekirinên rejîma Îranê ya faşîst, yekitî û tifaqa xwe xurt bikin.  
 
Diyar e ku  neyarên gelê Kurd hêza xwe ya herî mezin ji bêtifaqî û parçebûna gelê Kurd digire.
 
Her wiha em dibînin ku li dijî hemû polîtîkayên serdestên Kurdan, çareserî tifaq û yekîtiya gelê Kurd e!
 
Em careke din hemû êrîş, qirkirin û tunehesibandina serdestan a li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin û em dibêjin: Demildest dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj û qirker berdin!
 
Yekîtî hêza herî mezin a serkeftinê ye.
 
Bijî yekîtiya jinên Kurd û gelên Kurd."