Li naveçeya Arnavûtkoyê ji bo pakrewanên azadiyê şîn hat danîn
- 13:19 26 Tebax 2026
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê şînên ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê didome. Li naveçeya Arnavûtkoyê ji bo pakrewanên azadiyê şîn hate danîn.
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Arnavûtkoyê şîn hate danîn. Malbatê şehîdan, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li şînê bûn. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gul hatin danîn. Li eywanê pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatin daliqandin.
Bernameya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata şehîdan Munur Şaşît axivî û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî.
‘Şehîd bêrûmetî binax kirin’
Nedîm Yilmaz ê ku piştî 33 salan ji girtîgehê derketibû axivî û diyar kir ku bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd sax be û wiha got: “Di sala 1994an de dewlet çû li gel Serok û got ez ê êriş bikim û tiştekî ji wan re nahêlim. Serok got tu hevalên me li pêşiya wan gav neavêje. Îro dewlet dîsa çû lingê Serok. Bi saya van şehîdan çûn. Kî hesaba şaş bike dê bikevê nava wê şaşitiyê. Dema em derketin rê ev şehîd nehatibûn dinê. Lê ev jî tev li bûn. Tu kes nikare pêşiya vê karwanê bigire. Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştiye rakin û layiqê wan bin. Şehîd bêrûmetiyê bin ax kirin, ji bo wê divê em li gorî wê şehîdan pêşwazî bikin. Em li hemberî şehîdan wiha soza xwe pêk bînin; divê em ala wan bigihîjinin asta herî jor.
Merasîma şînê bi xwendina mewludê berdewam kir.







