Di meha Tîrmehê de 25 jin hatin qetilkirin
- 09:03 9 Tebax 2026
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatine qetilkirin, 27 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Tundiya mêr-dewletê di meha Tîrmehê de jî jiyana jin û zarokan hedef girtin. Li gorî daneyên JINNEWS’ê berhevkirine di meha Tîrmehê de 25 jin û zarokek ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 27 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Beşek mezin a jinan ji aliyê mêrên pê re zewicandî, dest jê berdane, di asta destberdanê de ye hatine qetilkirin. Her wiha derket holê ku hinek gumanbarên ku jin qetilkirine, berê tundî li jinan kirine, der barê wan de biryara dûrxistinê an jî qeydên wan yên sûc hene. Tundî li malê, kolanê, parkan û her qada jiyanê berdewam kir.
Gumanbar ên herî nêz in
7 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 4 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de ne, 4 jin ji aliyê mêrên pê re dijîn, 3 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, jinek ji aliyê mêrê ku berê pê re dijiya, jinek ji aliyê cîran ve, jinek ji aliyê birazî ve, jinek ji aliyê kurê hevjînê xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin. Gumanbarê jinekê jî nayê zanîn.
Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin
Li Stenbol 3, li Dîlokê 3, li Edeneyê 3, li Rihayê 2, li Duzceyê 2, li Konyayê 2, li Ispartayê 1, li Manîsayê 1, li Karabukê 1, li Antalyayê 1,li Trabzonê 1, li Kirklarelî 1, li Bedlîsê 1,li Bursayê 1,li Muglayê 1, li Kilîsê jî jinek hat qetilkirin.







