Li Semsûrê bernameya bîranînê hat lidarxistin

  • 13:16 8 Îlon 2026
  • Rojane
SEMSÛR - Li Semsûrê bernameya bîranînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li Mala Şînê ya Merinosê ku li navenda bajarê Semsûrê ye, hate lidarxistin. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê û xwendina marşa “Çerxa Şoreşê” dest pê kir.
 
Li salonê wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bi hezaran kes tev li bîranînê bûn û pirê Elewî û meleyê Sunî duayên xwe xwendin.
 
Li ser navê MEBYA-DER'ê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Şehîdên me dê her dem di nav me de bijîn. Em xeyalên wan ji bîr nakin û em soza pêkanîna xeyalên wan didin. Şehîd namirin, şehîd namirin.”
 
Bernameya bîranînê berdewam dike.