Li Gimgimê bexwedana li dijî JES’ê di roja 152’emîn de ye

  • 18:42 2 Cotmeh 2026
  • Ekolojî
MÛŞ – Nbobgeta çalakiyê ya li Gimgimê li dijî projeya JES’ê ya tê plankirin bê çêkirin hat destp^keirin di roja 152’emîn de berdewam kir.
 
Çalakiya nobedariyê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê pargîdaniya bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. Ku navenda wê li DYA’yê ye ve tê plankirin, li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim  ya Mûşê didome. 
 
Li qada nobeta ket roja 152’mîn, pankarta bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" hat daliqandin.
 
Nobeta îro ji aliyê welatiyên taxa Kultur a Gimgimê ve dewr hat girtin.