ROJEVA 03'YÊ COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 3 Cotmeh 2026
  • Rojev
 
* Reyhan Yildirimci ku demek dirêj bi Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê rojnameger Nagîhan Akarsel ku hat qetilkirin re xebitî wiha got: “Temenê biçûk de rihê têkoşînê qezenc kiribû. Têkoşîna wê ya ewil der barê jiyana jinên li gundê wê bû.” BI DÎMEN 
 
* Ayşegul Devecîoglu rola jinan a di a pêvajoya aştiyê de nirxand û got: “Rola jinan a di pêvajoya aştiyê ya niha de gelek girîng e. Di hemû pêvajoyên şer yên cîhanê de jinan rol lîstiye. Yên herî zêde bandor dibin jin û zarok in. Ji ber vê jî jin bêdeng namînin.” BI DÎMEN 
 
*Bi hatina payîzê re li gundê Binkelbê ya girêdayê navçeya Kercews a Êlihê, jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin. BI DÎMEN