Rengên ji banan diherikin!
- 09:05 3 Cotmeh 2026
- Rojane
ÊLIH - Bi hatina payîzê re li gundê Binkelbê ya girêdayê navçeya Kercews a Êlihê, jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin.
Bi hatina payîzê re li gundê Binkelbê ya girêdayê navçeya Kercews a Êlihê, jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin. Jinên ku ligel kraê malê kar û barên rez û baxçeyan jî li ser milê wan e, berhemên dawî yên baxçeyên xwe yên wekê firingî, îsot, kundir, fasule, hêjîr û tirî hişk dikin. Hema hema li ser banên hemû xaniyan sebze û fêkiyên hişk cihê xwe girtine. Berhemên ku tên hişkkirin, li ser banên xaniyan û di nav baxçeyan de cûrbecûriyeke zêde ya rengan diafirînin.







