Di doza jinên KESK’î de biryara beraetê hat dayin
- 11:44 27 Nîsan 2026
- Hiqûq
ENQERE - Di danişîna doza jinên KESK’î de ku ji ber xebatên sendîkayî tên darizandin, biryara beraetê hate dayin.
Danişîna endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ku ji ber xebatên sendîkayî tên darizandin û doza wan 14 sal in didome, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi parastina parêzeran domiya. Parêzeran, diyar kirin ku parastinên xwe yên nivîskî û devkî yên di rûniştinên berê de dubare dikin û daxwaza beraetê kirin.
Dadgehê, bi sedema ku hêmayên sûc çênebûne biryara beraetê da. Her wiha dadgehê îdiaya “propagandaya rêxistinê” di çarçoveya Qanûna Hejmar 6352’yê nirxand û biryara taloqkirina şopandinê da.







