'Me kedek mezin da axê lê em ji xizaniyê xilas nebûn'

  • 09:03 26 Tîrmeh 2026
  • Ked/Aborî
 
ÊLIH- Jinên li Qubînê bi sewalkarî û keda demsalî jiyana xwe didomînin, diyar kirin ku tevî keda ku bi salan e didin, xizanî didome. Jinan diyar kirin ku şer, koçberî, betalbûn û bêewlehî bandorek mezin li jiyana wan dike û gotin: “Ji bo zarokên me  têr bin em birçî man. Me beramberê keda xwe negirt.”
 
Navçeya Qûbîn a Êlihê tevî xwedî erdên dewlemend in, bi xizanî, betalî û koçberiyê tê zanîn. Jinên li navçeyê debara xwe bi karkeriya demsalî, sewalkarî û hilberîna tûtinê dikin, barê hilberîn û aboriya malê li ser milê wan e. Zewaca di temenê zarokatiyê de, krîza aborî, şer, koçberî, di jiyana jinan de bi bandor e.
 
‘Bi salan e em kedek mezin didin lê em xizan in’
 
Vesîle Îrerek da zanîn ku bi salan e tevî ku kedek mezin didin xizanî didome û wiha got: “Me ne jiyanek xweş ne jî rehet dît. He rtim xizanî hebû. Hîna jî didome. Jiyana me bi zor û zehmetî derbas bû. Ji vir şûnde em hêviya rojên xweş dikin. Lê mixabin tiştek neguherî. Hêza me ya em bixebitin jî nemaye. Li vir ji bilî karê baxçe tiştek tuneye. Derfetên kar tune ne. Ev 2-3 sal in em mûçeyê teqawîtbûnê digirin. Ew jî têrî tu tiştekî nake. Bi mûçeyê ji bo kal û pîran tê dayîn debar ne pêkan e. Ji ber kar tuneye du kurê min nikarin bizewicin. Tenê karê tekstîlê heye, ew jî mûçeyê asgarî didin. Bi vî pereyî tiştek nayê kirin. Bi salan e me kedek mezin da axê lê em beramberê keda xwe nagirin. Me tûtin jî çand lê ew jî wisa bû.”
 
 
‘Em ji şer reviyan, xizaniyê pêşiya me berneda’
 
Afîfe Satun jî bi lêv kir ku di temenê biçûk de hatiye zewicandin û piştî vê koçî Sûriyeyê kirine, 50 salan li wir jiyaye û got. “Bi şer re em hatin vir. Em li wir bê welat bûn li vir jî em betal û xizan in. Hinek zarokên min li wir man. Me pir zor û zehmetî jiya. Em reviyan hatin vir. Kurd dikuştin. Keç direvandin. Berê malbata hevjînê min li Hezo bûn. Ji ber axa wan tunebû neçar man koç bikin. Zarokên me dixebitîn. Me debara xwe dikir. Lê piştî em hatin vir tiştek tunebû.”
 
 
‘Ji bo zarokên me têr bin em birçî man’
 
Naîme Tekîn jî bi lêv kir ku dema ku hevjînê wê dijiya bi sewalkarî, çandiniyê re mijûl dibûn û ev tişt vegotin: “Bi salan min hem li zarokên xwe mêze kir hem li ser erdan xebitîm. Min li pey xwe xizanî, kedek mezin û jiyanek têkçûyî hişt. Em jî karker in û debara xwe bi tûtinê dikin. Zehmet e ez êdî nikarim bixebitim. Heta hevjînê min jiyana xwe ji dest da me sewalkarî dikir. Zarokên min biçûk bûn. Niha mezin bûne çûn bjarên cuda. Ji bo zarokên me têr bin em birçî diman. Me pir êş û eziyet dît.”