Li Geverê bi hezaran ji bo Rojava meşiyan

  • 18:28 23 Çile 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê bi hezaran welatiyan êrişên li ser Rojava bi meşekê şermezar kirin. Parlementer Onûr Duşunmez ku di daxuyaniya piştî meşê de axivî, diyar kir ku ew dê Rojava biparêzin heta xwîn di canê wan de hebe û ew ê rizgariyê bi tilîliyan pîroz bikin.
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Colemêrgê li navçeya Geverê li dijî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser rojavayê Kurdistanê meşek hat lidarxistin û daxuyaniyek hat dayîn. Meş ji avahiya navçeya DEM Partiyê ya navçeyê dest pê kir û heta navenda karsaziyê ya Zagrosê berdewam kir. Di meşê de pankarta “Rojava welatê me ye” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez, nûnerên saziyên sivîl û bi hezaran welatî tev li meş û daxuyaniyê bûn.
 
‘Polîtîkayên êrişkar tên meşandin’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Reşît Guneç di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi tecrûbeyên xwe diyar kir ku li Sûriyeyê çareseriyeke aştiyane û li ser bingehek hiqûqî pêkan e. Reşît Guneç anî ziman ku hikumeta nû ya Sûriyeyê polîtîkayên êrişkar dimeşîne û got: “Îşkence û jicihkirina miletên Kurd, Elewî û Durziyan nîşan da ku pêvajoyeke nû ya tundî û bêdadiyê hatiye avakirin.”
 
‘Em ê rizgariya rojava bi tilîliyan pîroz bikin’
 
Parlamenterê DEM partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî di daxuyaniyê da axivî û ev tişt anî ziman: “Em di berxwedana Kobaniyê da bi ser ketin û em ê îro dîsa li Rojava serfiraz bibin. Em rêhevalên Arîn Mîrkan e. Ew meytên şehîdên me ji avahiyan davêjin, keziyên şervanên me dibirin ji ber ku ew ji hişmendiya DAIŞê ne, lê bila baş bizanin ku Kurd hemû bi hev re li wan rabûne û dê serî netewînin. Silav ji rêhevalên Arîn Mîrkan û Ziyad Heleb re, rêya wan rêya me ye. Bila baş bizanin ku ew ê bi destên jinên Kurd werin tunekirin. Em ê wan sînoran bişikînin ku di navbera me da hatine avakirin û em ê bibin dengê wan. Em ê Rojava biparêzin heta xwîn di canê me da hebe û em ê rizgariyê bi tilîliyan pîroz bikin.”
 
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.