'Agirbest hat dirêjkirin lê gefên leşkerî hîn jî berdewam in'
- 12:07 25 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku agirbes hatiye dirêjikirin lê xeteryên êrişên li ser herêmê hîna berdewam dikin. Rêveberiyê bang li gel kir ku di astên herî bilind de hişyar bin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê dirêjikirina dema agirbesta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de daxuyanî da.
Di daxuyaê de hat gotin ku agirbest hat dirêjkirin, lê Hikûmeta Şamê îdia kiriye ku ev gav bi hinceta veguhestina endamên DAIŞ’ê hatiye avêtin.
Rêveberya Xweser da zanîn ku ev "îdayên hikumetê bi awayekî zelal nîşan didin ku vebijarka leşkerî û êrişên zêdetir li ser herêmê hîn jî li ser maseyê ne û gefên li dijî gel û herêmê berdewam in."
Rêveberiya Xweser bang li gel kir ku di van şert û mercan de di astên herî bilind de hişyar bimînin, her tim amade bin û tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bigrin, ji ber ku xeter hîn jî li dijî gel û herêmên wan hene.
Di heman daxuyaniyê de her wiha bang li gelê Kurdistanê û li gelên li derveyî welêt hat kirin ku xwepêşandan û nerazîbûnên xwe bidomînin. Hat gotin ku bajarê Kobanî hîn jî dorpêçkirî ye û gelê wê berxwedana xwe li dijî şerê qirkirinê ku li dijî wan tê meşandin, bi domdarî didomîne.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku yekîitîya helwesta gel û xurtkirina ruhê berxwedanê garantîyên bingehîn in ji bo sekna li hember van zehmetiyan, heta ku aramî, ewlehî û edalet ji bo gelê herêmê were pêk anîn.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji gelê xwe û civaka navneteweyî re piştrast dike ku ew ji diyalog û aştiyê re amade ye, û bal kişand ser ku welatê Sûriyeyê û gelê wê ji ber şerên dirêj û dijwar bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane.







