Wezareta Tenduristiyê ‘hûnandina kezî’ xist ber lêpirsînê!
- 13:20 25 Çile 2026
- Rojane
STENBOL - Bi milyonan jin tev li kampanyeya hûnandina keziyan bûn û porê xwe kirin kezî. Li Kocaeliyê jinekê hemşîre jî ku tev li kampanyayê hûnandina keziyan bû, Wezareta Tenduristiyê derbarê wê de lêpirsîn da destpêkirin.
Çeteyekî HTŞ'ê bi navê Ramî El Dehş li bajarê Reqayê di 17'ê Çile de şervaneke YPJ'ê dikuje û piştre keziya wê yê hûnandî jê dike. Dîmenê vê hovîtiya xwe jî parve kiribû. Li ser torên medya dîjîtal li dijî vê yekê bertekên tund çêbûn û li seranserî cîhanê kampanyayek hûnandina keziyan hate destpêkirin.
Li Kocaeliyê jî jinekê hemşîre jî tev li kampanyaya hûnandina keziyan bû. Piştî ev hemşîre dîmenê wê li ser medyeya dijîtal hat belavkirin, ket ber lêpirsînê. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê derbarê hemşîreyê de lêpirsîn da destpêkirin.







