CDK-S û YJK-S’ê: Yek e, yek e, yek e, Kurdistan yek e

  • 21:14 26 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - CDK-S û YJK-S’ê, çalakiyên ku ji 6’ê Çileyê ve li dijî êrîşên li ser Heleb û Rojava li seranserê Swîsreyê tên li dar xistin nirxandin; destnîşan kirin ku berxwedana li diyasporayê moralekî mezin dide Rojava.
 
Li Swîsreyê, bi destpêkirina êrîşên li ser Helebê di 6’ê Çileyê de, çalakiyên Kurdistanî û dostên wan bê navber berdewam dikin. Di demekê de ku bi protestoyên li gelek bajarên welat, Swîsre adeta veguheriye qada çalakiyê, saziyên banî yên Kurd li Swîsreyê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), daxuyaniyeke hevpar weşandin û pêvajo nirxandin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên çeteyên paşmayiyên DAIŞ’ê yên di bin sîwana HTŞ’ê de, ku li Helebê taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê dikin hedef, vîna Kurd a azad hedef digirin û hat destnîşankirin ku gelê çar parçeyên Kurdistanê li dijî van êrîşan pozîsyoneke dîrokî ya berxwedanê girtiye. Hat îfadekirin ku armanca van êrîşan avakirina zemîna qirkirinê ye.
 
Di metna daxuyaniyê de hat tomarkirin ku pergala hegemonîk a gerdûnî û rejîmên dîktator ên herêmê planên qirkirinê li ser gelên bindest dimeşînin; hat diyarkirin ku rêveberiyên li ser xeta Erdogan û Colanî bi vê têgihîştinê tevdigerin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de  bal hate kişandin ser çalakiyên girseyî yên li derveyî welat tên meşandin, ku moralekî mezin dide gelê ku li Rojava li ber xwe dide. Hat îfadekirin ku berxwedana ku ji 6’ê Çileyê ve berdewam dike ne tenê herêmî ye, lê belê xwedî wateyeke gerdûnî ye û ev têkoşîn ji bo gelê li Rojava li ber xwe dide û ji bo hêzên parastinê piştgiriyeke xurt e.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna azadiya jinê mohra xwe li berxwedanê daye û hat destnîşankirin ku xeta “Jin Jiyan Azadî” di vê pêvajoyê de careke din bûye rastiyeke gerdûnî. Hat gotin ku sekna jinan a li qadan, vîna jiyana azad û Kurdistana azad diyar kiriye.
 
CDK-S û YJK-S’ê diyar kirin ku di çalakiyên li Swîsreyê de gelê çar parçeyên Kurdistanê bi yek dilî li qadan cih girtine. Hate gotin ku dirûşma “Yek e, yek e, yek e, Kurdistan yek e” îfadeya vê yekîtiyê ye û tevî propagandayên şerê taybet jî gel ji nirxên xwe yên cewherî qut nebûye.
 
Di daxuyaniyê de tevî şert û mercên giran ên zivistanê, spasiya hemû xebatkar û nûnerên saziyan hat kirin ku keda xwe dane çalakiyan û hat diyarkirin ku biryardariya hatiye nîşandan bi rêzdarî tê pêşwazîkirin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dibetiya ku dewleta Tirk û hêzên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser Rojava, bi taybetî li ser Kobanê zêde bikin. Hate bibîrxistin ku êrîş di salvegera rizgarkirina Kobanê de dest pê kirine û hişyarî hat dayîn ku dibe ku êrişên hewayî û bejayî dijwartir bibin.
 
CDK-S û YJK-S’ê diyar kirin ku ji ber vê sedemê ew ê xeta berxwedanê neterikînin û ev îfade bi kar anîn: “Em ê kozikên xwe û qadên xwe biparêzin. Bi dirûşmên xwe, bi sekna biryardar a jin û ciwanan em ê têkoşînê bidomînin. Heya em qezenc bikin, em ê li ber xwe bidin.”