Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên cîhanê ji bo Rojava bang kirin
- 11:51 27 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştgiriya ji bo berxwedana li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe. Bi taybet piştî êriş û kiryarên ser gelê Kurd, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên cîhanê jî banga parastina mafên Kurdan dikin.
Rewşenbîr û hunermend jî di nav de nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê J. M. Coetzee, lîstikvan Sir Stephen Fry û serokê PEN International Burhan Sonmez, banga çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêkên li Sûriyeyê û naskirina mafên Kurdên li Rojava kirin.
Di bangewaziyê de hate gotin ku xeyala afirandina welatekî ku hemû beşên civakê tê de mafên demokratîk hebin, ji ber nêzîkatiya yekalî û otokratîk a rejîma nû ya li hember kêmneteweyan tê astengkirin.
Hate tekez kirin ku şerê navxweyî yê bi salan li Sûriyeyê bûye sedema êşên mezin; divê nakokiyên heyî bi diyalogê werin çareserkirin û divê daxwaza azadiyê ya gel were naskirin.
Banga hatî kirin wiha ye:
“Banga ji bo Rojava
Şerê li Sûriyê êşên mezin çêkirine, hem ji ber destwerdana aktorên derve û hem jî ji ber bandora şerê navxweyî. Bi hatina rêveberiya Ehmed el-Şaraa di Çileya 2025’an de serdemeke nû dest pê kir. Xeyala avakirina welatekî ku hemû beşên civakê tê de mafên demokratîk hebin, ji ber nêrîna yekalî û otokratîk a rejîma nû ya li hember kêmneteweyan hatiye astengkirin.
Di sala dawî de, pêşî gelên Elewî û Durzî yên li rojava û başûrê Sûriyê dijîn, û niha jî Kurdên li Rojava yê bakurrojhilatê Sûriyê bûne hedef.
Tenê li Helebê, di şerê meha dawî de, di nav du rojên de zêdetirî 150 hezar Kurd ji mal û warên xwe hatine derxistin.
Niha, hemû Rojava dibe hedef û hewl tê dayîn ku berxwedana qehremanî ya jinan û daxwaza azadiya tevahiya gel were tepisandin.
Em banga rêyek aştiyane ji bo çareserkirina nakokiyên li Sûriyê dikin.
Em bang dikin ku divê ev êriş bi dawî bibin, pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareser kirin û mafên Kurdan li Rojava werin naskirin.”
Kesên îmzeya xwe li binê bangê dayîn evin:
M. Coetzee (Nivîskar, xwediyê Xelata Nobelê), Naomi Klein (Nivîskar), Brian Eno (Muzîsyen), Sir Stephen Fry (Aktor, Nivîskar), Roberto Saviano (Rojnameger), Yanis Varoufakis (Ekonomîst), Siri Hustvedt (Nivîskar), Philippe Sands (Parêzer, Nivîskar) û Burhan Sonmez (Nivîskar)







