Bîlançoya li Rojhilat û Îranê giran dibe

  • 13:49 27 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya tundiya rejîma Îranê ya li beramberî xwepêşandanên şermezarkirinê giran dibe.
 
Rêxistina Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku herî kêm 6 hezar û 126 kes di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin.
 
Li gorî HRANA’yê, ji kesên jiyana xwe ji dest dan 5 hezar û 777 kes xwepêşandêr, 86 jê zarok, 214 ji wan jî wezîfedarên ewlekariyê, 49 mirovên sivîl bûn. Rêxistinê ragihand ku 17 hezar û 91 bûyerên mirinê yên gengaz jî têne lêkolînkirin.
 
Li gorî heman raporê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 41 hezar û 880 kes jî hatin binçavkirin. Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku birîndar li nexweşxaneyan têne binçavkirin. Lê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê van îdîayan red dike.
 
Rêveberiya Îranê hefteya derbasbûyî daxuyaniyek da û diyar kir ku bi giştî 3 hezar û 117 kes hatin kuştin, beşeke mezin a kesên hatin kuştin wezîfedarên ewlekariyê bûn.
 
Li hemberî vê yekê, li gorî hin çavkaniyên muxalîf 36 hezar û 500 kes hatin kuştin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) a ku navenda wê li Norwêcê ye diyar kir ku herî kêm 3 hezar û 428 xwepêşandêr hatin kuştin, lê belê hejmara rastî dibe ku di ser 25 hezar kesî re be.