Ji Kordînatora DKY’ê peyama 'Divê em xwedî li Rojava derkevin'

  • 09:06 28 Çile 2026
  • Rojane
 
Semra Turan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînatora Meşa Jinan a Cîhanê ya Tirkiyeyê Îrem Bagci Çalişkan da zanîn ku DAIŞ çibe HTŞ jî ew e û li dijî vê balkişand ser xeta têkoşîna jinan a yekbûyî, enternasyonal a li dijî xetereya ji bo jin û gelên cîhanê.
 
Çeteyên HTŞ’ê di 6’ê Çile de li Helebê êrîş da destpêkirin û êrîşê berfireh kir û li Rojava didomîne. Di êrîşan de gelek kes hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn. Bi hezaran malbat neçarî koçberiyê bûn. Tevî agirbesta hatiye kirin êrîş didomin û li Rojav hewcedariyên esas tên astengkirin, ev dibe sedema krîza mirovahî.
 
HTŞ’ê ku êrîşê girtîgehên ku bi hezaran DAIŞ’î de bûn, kir û berdan. HTŞ bi êrîşên xwe yên ku DAIŞ bezandiye tê rojevê. Bi taybet jin hedef tên girtin, cenazeyên wan tên teşhîrkirin, porê wan tê birîn û îşkence tên kirin, dîmen tên parvekirin. Ev peyameke hem ji bo jinan hem ji bo cîhanê ye.
 
Di serî de jin jin, gelê Kurd û dostên Kurdan li her çar alî cîhanê tiştên hatine jiyîn protesto dikin û bertek nîşanê bêdengiyê didin.
 
Kordînatorya Meşa Jinan (DKY) ya Tirkiyeyê Îrem Bagci Çalişkan der barê mijarê de axivî.
 
Guherîneke bi kok
 
Îrem Bagci Çalişkan destnîşan kir ku di bin siya şer û tundiyê de ketine sala 2026’an û wiha bi lêv kir: “Em di alî global de di pêvajoya guherînek mezin de ne.  Em êdî berbi pergala civaka tekno feodal de diçin. Rastgirî pir bilind bûye. Baskên şer diguherin. Êdî dikarin behsa enternasyonala rastgir bikin. Em dibînin rastgirî bi hev re têdikoşin. Ev jî zextên li ser gelan zêde dike. Şer heman demê de patriyarkalê xurt dike.”
 
‘Divê em xwedî li şoreşa Rojava derkevin’
 
Îrem Bagci Çalişkan balkişand ser êrîşên li ser Rojava û wiha dirêjî dayê: “DAIŞ’a berê niha çeteyên HTŞ’ê ne û li dijî Elewî û Durziyan êrîş pêk anîn. Niha êrîşê Rojava dikin. Ev êrîş mirovan dikin fikaran. Şoreşa Rojava ji bo jin û gelan gelek girînge. Divê em xwedî li şoreşa jinan û destkeftiyên li Rojava derkevin. Lê mixabin em dibînin li dijî tiştên tên jiyîn hiqûqa navneteweyî hatiye rawestandin. DYA û Israîl piştgiriyê dide çeteyên HTŞ’ê. Di vê nokteyê de divê gel û jin xwedî li Rojava derkevin. Agahiyên em ji Rojava digirin gelek xerabin. Herî dawî zarok di sermayê de jiyana xwe ji dest dan. Li Mersînê ciwanê Kobanê hat qetilkirin. Divê rêxistinên jinan û femînîst yên cîhanê li dijî êrîşan banga rawestandina bidawîkirina şer bikin.”
 
‘Divê Tirkiye deng bide Rojava’
 
Îrem Bagci Çalişkan daxuyakirin ku Tirkiye jî piştgiriyê dide HTŞ’ê û di vê mijarê de jî wiha got: “Mixabin civaka Tirkiyeyê li dijî êrîşan bêdenge. Jin û saziyên demokratîk xwedî li Rojava derdikevin, deng derdixin lê ez dikarim bêjim ku li Tirkiyeyê dengekî têr tuneye. Ji bo vê divê em têbikoşin û tiştên tên jiyîn bidin xuyakirin.”
 
Çirûska li Rojhilata Navîn: Rojava
 
Îrem Bagci Çalişkan sedema hedefgirtina Rojava wiha anî ziman: “Çeteyên HTŞ’ê wekheviya jin û mêr a li Rojava, pergala wekheviyê piraniyê xetere dibînin. Rojava li Rojhilata Navîn roja diçûriske ye. Rojava tecrubeyeke xwesere. Di alî pratîka têkoşîna jinan de gelek girînge. Ev jî ji bo çeteyan xetereyek mezine.  Divê em li dijî êrîşan berxwe bidin. Jin hedef tên girtin. Li cenazeyan îşkence tê kirin. Em vê qebûl nakin.Li dijî vê li her derê cîhanê jin keziyên xwe dihûnin û bertek nîşan didin. Ev bertekek girînge. Divê ev piştevanî bê xurtkirin.”
 
‘DAIŞ çi be HTŞ jî ew e’
 
Îrem Bagci Çalişkan diyar kir ku DAIŞ çi be HTŞ jî ew e û nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Ji girtîgehan derixistina DAIŞ’iyan em matmayî nehiştin. Dema êrîşan berdewam dikir, DAIŞ’î hatin berdan. Em dibînin ku dewletên navneteweyî HTŞ’ê erê dike. Ew jî baş dizanin ku HTŞ ji DAIŞ’ê cudatir nîne. Tevî vê piştgiriyê didinê. Berdana DAIŞ’iyan ji bo gelan ji bo cîhanê xetereyeke mezine. Divê bi vê hişmendiyê jinên cîhanê xwedî li Rojava derkevin. Em wek gel û jin her tiştî dizanin û di hişmendiya vê de ne. Navê HTŞ’ê biguhere jî em dizanin ku tu ferqa wan ji DAIŞ’ê tuneye.  Em vê li hemû cîhanê îfşa bikin.”
 
‘Amadekariya me ya ji bo çalakiya navneteweyî heye’
 
Îrem Bagci Çalişkan destnîşan kir ku wek Meşa Jinan a Cîhanê çalakiyeke hepvar a navneteweyî plan dikin û hewldanên wan didome. Îrem Bagci Çalişkan axaftina xwe wiha bidawî kir: “Li dijî êrîşan divê em xeta têkoşînê ya jinan a enternasyonal û yekbûyî xurt bikin. Peyma min ji bo jinên Rojava ev e; riya we vekiriye û daye jiyîn şoreşa we ava kiriye têkoşîna me xurt dike. bi hêza em ji dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ digirin, em ê li her derê têkoşîna jinê xurt bikin. Em di têkoşînê de ligel hev in.”
 
DKY kî ye?
 
Meşa Jinan a Cîhanê (DKY), tevgereke femînîst û dijkapîtalîst ya li dijî newekheviy ali ser jinan, li dijî xizanî û tundiya li ser jinan li 5 parzemîn û ji ser 60’î zêdetir welatî faliyetan dimeşîne ye. Tevgera di 1998’an de li Kanadayê dest pê kir, têkoşîna piştevanî, wkehevî û dij-emperyalîst a navbera jinan de esas digire. Ji 2022’an heta niha kordînatoriya ya navneteweyî li Tirkiyeyê ye.