TJK-E yê bang kir: 31'ê Çileyê-1'ê Sibatê li seranserê cîhanê dakevin qadan

  • 13:09 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E û KCDK-E'yê li hemberî dorpêç û êrişên li ser Rojava bang kir ku di 31'ê Çileyê û 1'ê Sibatê de li seranserê cîhanê dakevin qadan.
 
TJK-E û KCDK-E'yê daxuyaniyeke hevpar dan û ji bo xwepêşandanên li seranserê cîhanê yên 31'ê Çileyê û 1'ê Sibata 2026'an banga seferberiyê kir.
 
Di daxuyaniyê de ji bo parastina Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê û Kobanê bang hate kirin.
 
Hate destnîşankirin ku êrişên çeteyên barbar ên HTŞ'ê yên ku 6'ê Çileya 2026'an bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Rojava dan destpêkirin li dîwarê berxwedanê ket û têk çûn û hate gotin, "Li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ê welatparêz û dostên xwe li hemberî êrişên çeteyên barbar li ser piyan e.
 
Maskeya dijminatiya li Kurdan û jinan a dewleta Tirk ketiye. Qala aştî, xwişk û biratiyê dike, lê belê destê xwe dirêjî çeteyên barbar dike û ji bo Kurdan qir bikin bi her awayî piştgiriya çeteyan dike. Li gel komkujiyên li Kobanê, Erdogan bi eşkere piştgiriyê dide kujerê barbar Colanî û ne tenê piştgiriyê dide şer, her wiha tevlî dibe û pîroz dike."
 
Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku gelê Kurd xwedî tecrûbeyên dîrokî û berxwedanê ye û hate gotin, "Weke têkoşîna ku li dijî şerê qirkirinê meşand, weke serkteina Kobanê wê bi brexwedanê bi ser bikeve. Dewleta Tirk dixwaze bi serketinê ji nava çirava ketiye nav derkeve û bi hemû hêza xwe il gel çeteyan tevdigere, bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe.
 
Ev êrişên li ser Rojava qonaxeke nû ya komploya navneteweyî ye. Dewletên garantor xwe li bêdengiyê danîne û dibin hevparê êrişan."
 
Di daxuyaniyê de işaret bi ambargoya giran a li ser Rojavayê Kurdistanê hate kirin û ji bo mezinkirina berxwedanê weke TJK-E û KCDK-E bang hate kirin ku her kes li dora berxwedana Kobanê bicivin.
 
Daxuyanî bi vî bangê bi dawî bû:
 
"Ji bo korîdora mirovî ava bibe, ji bo berxwedan bi ser bikeve, divê em bi xurtî xwedî lê derkevin. Em li qadan dirûşmên ji bo statuya Rojava bi dengekî bilind biqîrin. Ji ber vê jî ji bo xwepêşandanên 31'ê Çileyê û 1'ê Sibata 2026'an ên li gelek navendên cîhanê ku wê bi sed hezaran kes tevlî bibin, em seferber bibin û her kesî seferber bikin.
 
Bijî yekîtiya gelê Kurd! Bijî piştevaniya enternasyonalîst a gelan."