Zarokek 12 salî ji ber êrişên rejîmê, çavekî xwe winda kir

  • 16:20 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêzên rejîmê hertim bi çekan bersiva daxwazên gel dida. Di encama êrişên hêzên rejîmê de zarokekî Kurd ê 12 çavek xwe winda kir.
 
Îro HRANA’yê ragihand ku heta niha mirina 6 hezar û 221 kesan ya di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de piştrast kirine. HRANA’yê got ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 100 jê zarok bi giştî 5 hezar û 858 kes ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.
 
Li gorî agahiyên herêmî, di dema xwepêşandanan de, ji ber bikaranîna çekê, zarokek 12 salî yê bi navê Tahîr Melkşayî yê xelkê bajarokê Qurwe ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, çavek xwe winda kiriye.
 
Li gorî dîmenên ku hatine belav kirin, zêdetirî 100 parçeyên teqemeniyan li ser rû û destên zarokê 12 salî mane. Lê tê gotin tevî hemû mûdaxeleya bijîşkan jî zarokê 12 salî çavê xwe yê çepî winda kiriye.
 
Tê gotin hêzên Îranê jî gef li malbata zarok dixwin ku xwe bêdeng bikin û ji malbatê dixwazin ku bêjin ew zarok ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye birîndar kirin.