'Parastina Rojava berpirsyariya global e'
- 09:02 30 Çile 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Fîlozofa Fransî Catherîne Malabou ji bo êrîşên li ser Rojava wiha got: “Hedefa van êrîşan rêxistinbûna xweser û modela demokrasiya herêmî ye. Armanc ev e ku vê rêxistinbûnê bi koalîsyoneke radîkal îslamî re biguherin û li gorî min ev karaseteke mezin e. Ev êrîşek rastîn a siyasî ye. Parastina Rojava berpirsyariya global e.”
Êrîşên HTŞ, DAIŞ û Tirkiyeyê yên li dijî Rojava didomin. Kobanê di bin dagirkirinê de ye û di serî de DYA, welatên Ewropayê li dijî komkujiyên Colanî bêdeng in. Fîlozofa Fransî Catherîna Malabou ku yek ji xwendekara Jacques Derrîda ya ji bo banga aştî û civaka demokratîk û biryarên kongreya PKK’ê peyama piştgiriyê şandibû, der barê êrîşên li ser modela Rojava de axivî.
‘Hedefa êrîşan rêxistinbûna xweser û demokrasiya herêmî ye’
Catherîna Malabou da zanîn êrîşên li ser Rojava wek pevçûnek leşkerî nikare bê nirxandin û wiha bi lêv kir: “Armanca van êrîşan ev e ku destkeftiyên Kurdan ên siyasî, civakî sazî ji holê bên rakirin. Ev parçeyek stratejiya berfireh e. Ji ber vê jî ev êrîşeke li dijî modela rêxistinbûna siyasî ya xweser a Rojava ye. Ev êrîş ne tenê hedefgirtina axê ye, hedefgirtina modela demokrasiya herêmî ye. Armanca wan ev e ku vê rêxistinbûnê bi koalîsyona radîkal îslamî re biguherin. Ev êrîşek siyasî ya rastîn e.”
‘DAIŞ û HTŞ di heman xeta îdeolojîk de ne’
Catherîne Malabou diyar kir ku DYA û koalîsyona navneteweyî bi salan e Kurdan di têkoşîna li dijî DAIŞ Û HTŞ’ê de tenê dihêle û got: “Kurd di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de aktorên herî bi bandor in. Em vê dizanin. Di vî şerî de gelek mirovên xwe winda kirin. Ev windahiyek mezin a mirovahiyê ye. Îro DAIŞ û HTŞ di heman xeta îdeolojîk de êrîş dikin. Ev mirovan dike fikaran. HTŞ baş tê dîtin, bi rastî ev mirovan dike fikaran.”
‘Ev rîska zindîkirina terorîza global diafirîne’
Catherîne Malabou di berdewamiyê de wiha got: “Girtîgehên ku HSD’ê diparast, piştî ket bin kontrola HTŞ’ê, hemû endamên DAIŞ’ê hatin berdan. Ev tevgerên radîkal in.Tevgerên radîkal pir bi xeter in. Li her derê cîhanê me êrîşên wan dîtin. Ev ne rewşek nû ye. Ev ji bo hemû cîhanê pirsgirêkê diafirîne. Dewgirtina kampên binçavkirinê ya ji bo rêxistinên wek DAIŞ’ê bi rîsk e. Ev tê wateya ku wê terorîzm ji nûve zindî bibe ye.”
‘Parastina Rojava berpirsyariya global e’
Catherîna Malabou daxuyakirin ku Rojava modela civakî ya ku wekhevî, xweseriyê esas digire, temsîl dike ye û wiha dirêjî dayê: “Parastina Rojava mijarek global e. Lê niha em niha dibînin ku li Rojava mirov îşkenceyê dibînin û tên qetilkirin.”
‘Tirkiye ji bo Kurdan tu tiştekî nake’
Catherîne Malabou balkişand ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê tê meşandinê û got: “Aliyê Kurd ji bo pêvajoya aştiyê bidawî nebe îradeyek rast danî holê. Kurdan di alî çareseriyê de Abdullah Ocalan di alî çareseriyê de îradeyek rast nîşan dan. Lê em dinêrin Tirkiye li aliyekî êrîşê Rojava dike û piştgiriyê dide êrîşan. Tirkiye ne amade ye ku ji bo Kurdan tiştekî bike. Mixabin a ez dibînim ev e.”
‘Divê ji bo Rojava piştgiriyek xurt a navneteweyî hebe’
Catherîne Malabou di axaftina xwe de da zanîn ku zimanê nefretê yê li herêmê belav bûye, bûye krîzek global û wiha anî ziman: “Li vir Ewropayê jî ji demokrasiyê nefret dikin. Ev li hemû cîhanê wisa ye. Ji demokrasiyê nefret dikin. Ji ber vê jî ev nîşaneya pirsgirêkeke global e. Li dijî êrîşên li ser Rojava bêdengî heye. Divê ji bo Rojava piştgiriyeke xurt a navneteweyî hebe. Lê mixabin ev tuneye.”
‘Ez piştgiriyê didim jinên leheng’
Catherîna Malabou di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hemû kesên bi doza Kurd re eleqeder dibin divê bi berfirehî tiştên diqewimin vebêjin û wiha dawî lê anî: “Ez niha vê dikim û hewl didim rewşê bêjim. Ji ber gelek kesên li Fransayê mijarê nabînin, nizanin. Nizanin Rojava çiye, ji ber bi sansurê tê astengkirin. Tiştê ez bikim ev e ku ez bi mirovan re biaxivim û vebêjim. Ez piştgiriya xwe ya ji bo jinên li dijî DAIŞ’ê têdikoşin tînim ziman. Ji ber tiştên tên jiyîn ez xemgîn im. Hêviya min ev e ku çareseriyek bê dîtin.”







