'Em ê dîsa bi hev re bi ser kevin'
- 09:13 31 Çile 2026
- Rojane
Rojda Aydin-Neslihan Kardaş
MÊRDÎN - Rojava ku di sala 2014’an de di nav berxwedaneke mezin de xweseriya xwe îlan kir, tevî salên derbasbûyî û êrîşên berdewam, bi saya îradeya rêxistinkirî ya gelê xwe hîn jî bi hêz li ser piyan e. Malbatên ku zarokên xwe wê demê winda kirin careke din girîngiya bidawî anîna şer û yekîtiya Gelê Kurd teqez kirin.
Di sala 2014’an de Rojava serîhilda, gelekî ku red kir ku li beravên dîrokê were jibîrkirin. Ev xweserî ku ji xweliyê zayî, ne tenê îlankirinek siyasî bû; ew têkoşînek mezin a hebûnê bû li dijî paşguhkirin, dorpêçkirin û bêdengkirinê. Bi derbasbûna salan re êrîş kêm nebûne, lê şêweyên gefan guherîne. Lê berxwedan mîna bîranîna axê, bi serhişkî berdewam kir. Îro, Rojava bi heman biryardariyê bi hêz radiweste û ev ne encama çekan e, lê belê encama îradeya rêxistinkirî û coşa azadiyê ya gelê wê ye.
Di sala 2014’an de, malbatên kesên ku di têkoşîna ku bi vî ruhê azadiyê ve hatibû geşkirin de jiyana xwe ji dest dan, careke din girîngiya bidawî anîna şer û yekîtiya Gelê Kurd teqez kirin.
‘Ji bo parastina axa xwe çûn’
Nadîra Aydin a kurê wê Haci Ekrem Aydin (Şerzan Şoreş) di sala 2014’an de ji bo piştgiriyê berê xwe da Rojava di encama êrîşan de li Minbicê di sala 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Nadîra Aydin gotina Serokkomar Tayyîp Erdogan a wê demê “Kobanê ket, waye ket” bi bîr xist û bi lêv kir ku di sala 2014’an de berxwedan û têkoşînek mezin hatiye dayîn. Nadîra Aydin, wiha domand: “Wê demê bi berxwedanek bê hempa li hember DAIŞ’ê hat dayîn û Rojava teslîm nekirin û ala xwe mezin kirin. Ligel hemû êrîşan jî tu carî teslîm nebû û Rojava bi ser ket. Wê demê tirsek mezin ket zikê wan û berxwedana wê derê tu carî bi dawî bû. Ew bi planên qirêj êrîşên me dikin. Lê nikarin serê me bitewînin. Ji ber ku em bi wêrek in. Yên ku çûn wê derê ne ji bo pereyan, ji bo parastina axa xwe çûn û jiyana xwe ji dest dan.”
‘Ew rihê wê demê îro li Rojava didome’
Nadira Aydin bal kişand ser paradigmaya Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan a li ser Rojava û wiha dom kir, “Li wê derê hemû civak bi hevre dijîn. Ji ber vê yekê êrîşê wê derê dikin. Armanca wan tunekirina me ye. Armanca wan ew e ku Kobanê bistînin. Lê ew ê nikaribin Kobanê bistînin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Ew ê wan zeytûnên Efrînê nikaribin bixwin. Hemû zeytûnên Efrînê dianîn difrotin. Lê dîsa hemû şîn bûn, wê dîsa şîn bin.”
Nadira Aydin destnîşanê ser rewşa niha ya Rojava kir û wiha pê de çû: “Ew ê niha jî niharibin Rojava tevlîm bigirin. Dê Efrîn û Kobanê jî wê carekedin şîn bibe. Dema ku mesele dibe kurd hemû dewlet dibin yek. Wekî din jî dibêjin em wek hevin, lê wekhevî nîne. Ew berxwedana ku wê demê hat dayîn, îro bi heman rihê li Rojava berxwedan didome. Îro gelê me hemû bûne yek. Li çar parçeyê Kurdistanê û cihanê gel li dijî van êrîşan û zilmê bêdeng neman. Hemû dengê xwe kirin yek. Îro ji zarokan bigirin heta jin, kal û pîran hemû kes li ser piyan bû. Dê ji vê şûnde jî dê wisa be. Wê tu kesek dev ji axa xwe bernede. Ew kesên ku canê xwe didin ji bo axa xwe wê çawa dev ji axa xwe berdin? Em ê hîn bêtir bi wêrektir bin.”
Zarokek wê li Reqa û yek jî Şirnexê jiyana xwe ji dest da
Medîne Dûman jî ku kurê wê Mazlûm Dûman (Şerzan Kato) ku di sala 2012’yan de tevlî PKK’ê bûye, di sala 2019’an de li Kela Memê ya li Qilebana Şirnexê ti pêvçûyînekê de jiyana xwe ji dest da. Keça Medîne Dûman, Gazal Dûman (Xwînda Şerzan Kato) jî di sala 2014’an de ji bo piştgiriya Kobanê bike derbasî Rojava dibe û di sala 2017’an de jî li Reqayê jiyana xwe ji dest da. Medîne Dûman jî wiha axivî: “Ewil kurê min çû û piştî wî keça min Hêvîdar (Gazal) çû. Gora Hêvîdar niha li Rojava ye. Du zarokên min jiyana xwe ji dest dan jî em ji vê rêyê ne poşmanin û em ê tu carî poşman nebin. Em naxwazin Rojava bikeve. Êrîşên li dijî Rojava ku dihatin kirin berxwedan jî hemû. Ger ku Rojava ji dest biçe em jî nînin. Ji ber vê Rojava ji bo me gelek girînge. Rojava wê tu carî nekeve. Divê hemû Gelê Kurd bibe yek. Kesên ku xiyanetê dikin divê dev ji vê yekê berdin. Em bibin yek û sînoran rakin.”
Kurê wê li Kampa Holê jiyana xwe ji dest da
Sosin Dûman jî ku kurê wê Bariş Dûman (Birûsk Kato) jî 2014’an de ku çû Rojava di sala 2015’an de jî li Kampa Holê jiyana xwe ji dest da û gora wê niha li Dêrîka Rojavayê ye. Sosin Dûman jî bal kişand ser şerê ku bi salane li dijî kurdan tê meşandin û got ku divê ev şer bi dawî bibe. Sosin Dûman, Em naxwazin ku êdî tu kesek bimire. Bila êdî çavên dayikan de rondik nebarin. Em wekheviyê dixwazin.” Sosin Dûman destnîşanê ser Kampa Holê kir ku hemû DAÎŞ ji aliyê HTŞ’ê ve jê hatin derxistin û wiha pê de çû: “Ger ku ew heta li derve bin dê êrîşme bikin. Divê ew DAÎŞ dîsa bên girtin. Encax wê deme xweşiyek dê hebe. Ji ber ku her carê êrîşê me kurdan dikin. Wê demê berxwedanek mezin hat dayîn. Ji bo ev şer bi dawî bibe, ji bo serkeftina Gelê Kurd divê hemû bibin yek.”







