Sibê cîhan li dora Rojava dibe xelek!
- 12:18 31 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYA - Sibê Roja Rojava ya Cîhanê ye. Bi minasebeta rojê dê sibê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û dinyayê bi milyonan Kurd û dostên xwe dadikevin qadan û dê carek din piştgiriya berxwedana Rojava bê kirin.
Di 25'ê Çileyê de ji her çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 30 nûnerên partî û saziyan, bi rojeva Rojava li Brukselê civiya bûn. Di civînê de 1'ê Sibatê wekî Roja Rojava ya Cîhanê hatibû ragihandin. Sibê 1'ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê ye. Bi minasebeta rojê dê sibê di serî de li bajarên Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê meş û mitîng bên lidarxistin.
Li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê sibê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk dê meş bên lidarxistin. Li Amed, Mêrdîn, Riha, Batman, Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg û gelek bajar û navçeyên din dê meş bên lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir dê li Qoserê tev li meşa Roja Rojava ya Cîhanê bibe.
Her wiha dê sibê di serî de li Stenbolê û li gelek bajarên Tirkiyeyê jî gelê Kurd û dostên xwe ji bo Rojava dakevin qadan û balê bikişînin ser berxwedana Rojava.
Di meş û çalakiyan de dê piştgiriya berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê bê kirin û peyamên dilsoziya bi Rojava re carek din ji qadan olan bide.
Her wiha gelê Kurd û dostên xwe yên li bajarên Ewropayê jî xwe ji bo sibê amade dikin ku dakevin qadan û 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê pîroz bikin û dilsoziya xwe ya bi berxwedana Rojava re bînin ziman.







