Wezaretê daxwaza edaletê ji bo Rojîn Kabaîş wekî 'dezenformasyon' dît
- 15:43 31 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç daxwazên edaletê yên ji bo doza Rojin Kabaiş ku ji ber mirina wê ya gumanbar salek û nîv e çaresernekirî ye, wekî dezenformasyon bi nav kir.
Piştî bûyerek li Bartinê, Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç pirsên rojnamegeran ên derbarê doza Rojin Kabaiş de bersivandin. Yilmaz Tunç diyar kir ku lêpirsîna doza Rojin Kabaiş ku cenazeyê wê 18 roj piştî windabûna wê li Wanê hate dîtin, berdewam dike û got ku sedema mirinê hîn nehatiye diyarkirin.
Yilmaz Tunç, tevî ku sûcdar hîn nehatine dîtin jî daxwazên edaletê wekî "dezenformasyon" bi nav kir û got "Ji hêla hin derdoran ve îdia hene ku daraz hin kesan vedişêre. Dewlet maf û hiqûqê diparêze; kesî venaşêre. Me diyar kir ku em ê lêpirsîna keça xwe Rojin heta dawiyê bişopînin







