Jinên li bajarokê Girbewaî xwarinê ji şervanan re amade dikin

  • 16:08 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li bajarokê Girbewaî ya girêdayî bajarê Qamişlo, hemû bi hev re alîkarin û bi yek destî xwarinê ji şervanan re amade dikin.
 
Ji 6’ê Çileyê ve êrîşên Rêveberiya Demkî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kirin. Jinên ji bajarokê Girbewaî ya girêdayî bajarê Qamişlo bi yek ruhî xwarinê ji şervanan re amade dikin û li aliyê din jî bi şev taxên xwe diparêzin.
 
Semîra Xelîl a ku ji ajansa NûJINHA'yê re axivî zanîn ku ew civiyane ji bo ku xwarinê ji şervanan re amade bikin û wiha got:` Em piştgirtiya Şervanên xwe dikin heta dawî û em bi wan bawerin. Em hemû li vir civiyane ji bo ku em xwarinê ji Şervan û zarokên xwe re ama de bikin û bi şev jî em çek radikin û taxên xwe diparêzin. Em tu carî ji welatên xwe dernakevin. Hemû gel ji bo Kurdan rabûn û Kurd li her deverî bûne yek. Em wekî jin bi hêvîne ku wê Kurdstana me were avakirin.`
 
Fadiya Îsmaîl jî anî ziman ku ew bi şev taxên xwe diparêzin û wiha pêde çû:` Me jinan bi hevdû re biryar daye ku em bi roj xarinê ji zarokên xwe yên şervan re çêkin û bi şev jî taxên xwe biparêzin. Em her kes berpirsiyarê parastina mal, tax, gund û bajarên xwe ne. Jinên li Navçeya Girbewaî ya girêdayî bajarê Qamişlo, hemû bi hevre alîkarin û di her alî de yek destin.