Li Bernê meş: Heta statûya Rojava bê naskirin têkoşîn wê bidome

  • 22:08 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Bi hezaran Kurdistanî û Swîsreyî li paytexta Swîsre Bernê hatin cem hev û êrişên çeteyên li Sûriyeyê yên li ser Rojava protesto kirin. Girseya gel bal kişand ku heya statûya Rojava neyê mîsogerkirin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Girseya ku li Meydana Schützenmatte hat cem hev, alayên YPG, YPJ û Ala Rengîn hildan. Di çalakiyê de posterên Rêber Apo hatin hildan û gelek pankart û afîşên ku balê dikşînin ser berxwedana Rojava hatin vekirin. Zarokên beşdarî çalakiyê bûn kefenên spî yên bi xwîn li xwe kirin, her wiha porên hûnandî yên jinan bal kişand. Gelek çalakger bi kincên xwe yên neteweyî tevlî meşê bûn û wêneyên şervanên di berxwedanê de şehîd bûne hatin hildan.
 
Girseya gel her tim dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Kurdistan yek e”, “Terorîst Colanî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin. Di dema çalakiyê de bi almanî û fransî jî dirûşm hatin qîrîn.
 
Hevserokê CDK-S ya Swîsreyê Cemal Ozdemîr ê ku di çalakiyê de axaftina yekem kir, diyar kir ku dixwazin Peymana Lozanê cara duyemîn li ser gelê Kurd ferz bikin û bi van êrişan armanc dikin ku gelê Kurd bê statû bihêlin. Ozdemîr destnîşan kir ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê cîhanê rabûye ser piyan û ev plan pûç kirine û got: “Niha hin peyman û destkeftî hene. Lê heya ku Rojava bibe xwedî statû, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Koma ku 13 roj in li ber Parlamena Bernê çalakiya nobetê didomîne jî bi dirûşman hate qada çalakiyê. Girseya gel kesên di nobetê de bûn bi çepik û fîqan pêşwazî kirin. Li ser navê çalakiya nobetê siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay axivî û diyar kir ku biryara nobetê bi înisiyatîfa gel hatiye girtin û spasiya her kesê piştgirî dayî kir.
 
Li dora şoreşa jinê bibin yek
 
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Şukran Sîncar axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd ne di rewşa sed sal berê de ye û wiha got: “Îro gelê Kurd û jinên Kurd di xaleke pir pêşketî de ne. Me dît ku li hemberî êrişên li ser Rojava ku şoreşeke jinê lê pêk hat, Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê çawa bûn yek. Kurdan li dijî teslîmiyeta li ser wan hatî ferz kirin li ber xwe dan. Em wek jinên Kurd li dijî hemû êrişên çeteyên cîhadî, em ê parastina Rojava bidomînin. Em ê li dora dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bibin yek. Parastina statûya Rojava ji bo hemû şoreşgerên cîhanê erkeke bingehîn e.”
 
Şukran Sîncar diyar kir ku ew ê bibin şopdarên peymanên hatine kirin û got ku Şoreşa Rojava li ser bingehê ramanên Rêber Apo şêwaz girtiye û wê di vê rêyê de biçe serkeftinê.
 
Siyasetmedar Apo Elyasî li ser navê Rojhilatê Kurdistanê axivî û diyar kir ku li hemberî êrişên DAIŞ û hêzên mîna wê, Kurdistan bûye yeklaş û got: “Heke vîna li Rojava were şikandin, dixwazin vîna hemû Kurdan bişkînin. Heke Rojava bibe destkeftî, ev ê bandorê li hemû parçeyan bike.” Elyasî piştî axaftina xwe helbesteke ku bi zaravayê Soranî ji bo berxwedana Rojava nivîsandî xwend.
 
Li ser navê PYD’ê jî Gulîstan Sadon axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got ku divê îro cudahiyên siyasî nebin rojev.
 
Fermandarê YPG’ê Cemîl Kobanê bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bû û diyar kir ku ew ê heya dawiyê ji bo gelên xwe li ber xwe bidin. Kobanê got ku li ser gelê Kurd komployên mezin hene û ji bo şikandina van komployan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Piştî axaftinan girseya gel dest bi meşê kir. Di dema meşê de belavokên ku êrişên li ser Rojava vedibêjin hatin belavkirin. Li ser rêgeza meşê gelek Swîsreyiyan jî bi çepikan silav dan çalakiyê. Girseya ku gihîşt Pira Lorraine li wir çalakiya rûniştinê pêk anî. Zarokên ku kefenên bi xwîn li xwe kiribûn, li erdê dirêj bûn û bal kişandin ser zarokên li Rojava hatine qetilkirin.
 
Çalakî piştî axaftinên nûnerên siyasî yên Swîsreyî yên bi zimanê almanî li Meydana Schützenmatte bi dawî bû.