14 roj in Kobanê di dorpêçê de ye
- 10:52 2 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bajarê Kobanê ku 600 hezar mirov lê dijîn, ji roja 20’ê Çile di dorpêçeke giran de ye.
14 roj in bajarê Kobanê di dorpêçê de ye. Niha li Kobanê derman, madeyên sotemeniyê û madeyên xwarinê nayên peydekirin. Her wiha elektirîk li ser Kobanê qut kirine. Xelkê Kobanê di van şert û mercên zehmet de taxên xwe diparêzin û li ber xwe didin.
Li gorî bijîşkan, ji ber dorpêçê hemû teşeyên dermanan nayên peydekirin, bi taybet dermanê tansiyon û şeker bi dawî bûne û nexweşên penceşêrê nikarin derbikevin derveyî Kobanê û tedawiya xwe berdewam bikin. Her wiha şêrê didin zarokan nayê peydekirin. Ji ber qutbûna elektirîkê û tunebûna sotemeniyê beşên nexweşxaneyê sekinîne.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, eger derman û şîrê zarokan neyên peydekirin wê pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê çêbibin.
Li bazara Kobanê jî sebze û madeyên sereke yên xwarinê êdî bi dawî bûne û madeyên sotemeniyê jî nayên peydekirin. Niha jiyana 600 hezar mirovî gihîştiye rewşeke gelekî xetere.
Di dorpêçê de 4 zarok ji ber sermayê wefat kirin û niha rewşa hemû zarok, nexweş û giştî şêniyên Kobanê di xetereyê de ye.
Li hemberî vê dorpêçê xelkê Kobanê li ber xwe didin û peyama "Berxwedan bingehê vê pêvajoya nû ye" didin.







