Banga ‘Bila demildest Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê bê vekirin’
- 17:26 4 Sibat 2026
- Rojane
AMED- Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê der barê kampanya alîkariya bi armanca piştevaniya Kobanê dabûn destpêkirin daxuyanî da û diyar kir ku alîkarî bi zanebûn berê wan dane deriyekî din yê sînor û hat diyarkirin ku divê demildest alîkarî ji deriyê Sînor yê Murşîtpinarê bê derbaskirin.
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê der barê kampanya alîkariya bi armanca piştevaniya Kobanê dabûn destpêkirin li ÇandAmed ya navçeya Sûr a Amedê daxuyaniyê da. Endamên platformê, hevşaredarên Amedê tevli daxuyaniyê bûn. Ji Komeleya Jinan a Rosa Zeynep Sîpçîk daxuyanî bi Kurdî xwend.
‘Em astengkirin alîkariyan qebûl nakin’
Zeynep Sîpçîk da zanîn ku wekî Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, ji bo li hemberî krîza mirovî ya ku li Kobanê kûr dibe bêdeng nemînin, kampanyaya alîkariya mirovî ya lezgîn dabû destpêkirin û di berdewamiyê de wiha got: “ Bi piştgirî û hevkariya xurt a gelê me, civaka sivîl û saziyan, di demeke pir kin de toreyeke fireh a alîkariyê ku ji av, şîr, xwarina zarokan, betanî û xwarinên bingehîn pêk tê, hat avakirin.Tenê du roj piştî destpêkirina kampanyaya me, 25 tirên ku ji alîkariyên komkirî pêk dihatin, ji bo ku rasterast bigihêjin gelê Kobanê, ji Amedê bi rê ketin. Ev rêxistinkirina bilez bi awayekî zelal nîşan dide ku civak li hemberî vê drama mirovî çiqasî hestiyar û biryardar e. Kampanyaya me îro jî bi zêdebûnê berdewam dike.”
‘Rêyên din hat ferzkirin’
Zeynep Sîpçîk daxuyakirin ku li şûna ku alîkarî rasterast bigihêjin Kobanê, rêya Kilîsê û Deriyê Sînor ê Çobanbeyê li ser wan hatiye ferzkirin û wiha domand: “ Ev xet hem dûr e û hem jî ji bo ewlehiyê xetereyên cidî dihewîne; ev yek jî dibe sedema nediyariyeke mezin ku gelo alîkarî dê bigihêjin kesên hewcedar yan na? Ji ber vê yekê, me qebûl nekir ku alîkariya mirovî ber bi rêyên nerasterast û neewle ve bê arastekirin û me duh tirên xwe vegerandin Amedê.Di vê pêvajoyê de, piştî ku derbasbûna alîkariyan a ji xeta Pirsûsê hat astengkirin, me li tesîseke nêzîk li bendê ma û pêvajoyeke piştevaniya sivîl a aştiyane meşand; bi armanca ku hem hevdîtinên dîplomatîk bi encam bibin û hem jî dengê raya giştî bilind bibe.Ji bo balê bikişînin ser krîza mirovî ya li Kobanê û ji bo misogerkirina gihandina rasterast a alîkariyan, bi biryara hevpar a civaka sivîl me tirên xwe derxistin qadê û raya giştî ya aştiyane ava kir. Em dizanin ku korîdorên mirovî ne li ser masê, bi wijdanê bilind ê civakê tên vekirin. Dema destûr nehat dayîn ku tirên me bikevin Pirsûsê, me li tesîseke nêzîk bêîtaatiya sivîl a aştiyane hişmendiyek ava kir û vê sekna me di nava civakê de dengvedanek xurt dît.”
‘Ligel zextan xebatên me didomin’
Zeynep Sîpçîk di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Hevdem bi vê zexta civakî re, xebatên me yên dîplomasiyê jî bê navber berdewam dikin. Bi saziyên têkildar re, bi taybetî bi Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşên Lezgîn (AFAD) re hevdîtin tên kirin.Di vê xalê de, em bang li hemû aktorên siyasî dikin, bi taybetî li hikûmet û partiyên hevkarên wê yên ku derbarê pirsê Kurd de gotinên aştiyane tînin ziman; bila vê nêzîktêdayîna xwe bi gavên konkret û li ser bingeha berpirsiyariya mirovî xurt bikin.
Her wiha bangeke me ya eşkere ji bo civaka navneteweyî û di qada navneteweyî de ji bo Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) heye: Krîza mirovî ya li Kobanê êdî ji pirsgirêkek herêmî derketiye û veguheriye karesateke ku mafê jiyanê yê bingehîn dixe bin metirsiyê. Divê ji bo vekirina korîdora mirovî ya ewle bi lezgînî însiyatîf bê girtin; berpirsiyariya dîplomatîk û hiqûqî ya ku dê gihandina alîkariyan a rasterast û bêasteng misoger bike, pêk bê. Bêdengî, hevparbûna mezinbûna vê krîzê ye.”
‘Pirsigrêk veguheriye karasteke ku jiyana mirovan tehdîd dike’
Zeynep Sîpçîk di dawiya daxuyaniyê de wiha anî ziman: “Meseleya bingehîn li vir zelal e: Alîkariya mirovî divê ne bi rêyên nerasterast, neewle û nediyar; divê rasterast, bêyî derengketin û bi awayekî ewle bigihêje Kobanê. Rêya vê yekê jî di vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbas dibe.Di dîrokê de tu korîdorên mirovî bi serê xwe nehatine vekirin. Hemû bi zexta civakê, bi piştevanî û bi dengê bilind ê wijdanê hatine vekirin. Hewldana me ne ew e ku em derî bi zorê vekin; hewldana me ew e ku em vekirina derî bikin neçariyeke exlaqî û civakî.Kampanyaya me ya alîkariya mirovî dê heta dorpêç bi dawî bibe û Deriyê Murşîtpinarê vebe, bi biryardarî berdewam bike. Em bang li raya giştî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû beşên xwedî wijdan dikin ku li dora vê daxwaza mirovî bibin yek.Ev têkoşîn ne tenê xebateke alîkariyê ye; parastina rûmeta mirovahiyê ye.







