Li Mereşê êrîşî dibistanê kirin: 4 kes hatin kuştin
- 15:01 15 Nîsan 2026
- Rojane
MEREŞ - Li Mereşê li dijî dibistanekê êrişa çekdarî hate kirin. Di êrişê de mamosteyek û 3 xwendekar hatin qetilkirin û 20 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê qedeya weşandê hate ragihandin.
Li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li Mereşê dengê çekan bilind bû. Li cihê bûyerê komên tenduristiyê, hêzên ewlekariyê û polîsên tîmên taybet hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Waliyê Mereşê Mukerrem Unluer, têkildarî bûyerê ev agahî parve kir. Unluer, da zanîn ku di êrişê de mamosteyek û 3 xwendekar hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yûsûf Tekîn jî piştî bûyerê ber bi bajar ve bi rê ket. Wezîrê Dadê Akin Gurlek jî got ku lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha domand: “3 Serdozgerên Komarê û 4 dozgerên komarê hatine peywirdarkirin.” Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî jî ber bi bajar ve bi rê ket.
Hat zanîn ku êrişkar hatiye kuştin.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê hatiye dayin.







